Aldar Xelîl: Erka guhartina civakê li ser mamosteyan e

Akademiya Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî li Zanîngeha Rojava ya li Qamişlo bi beşdariya gelek kesan û mamosteyên zanîngehê civînek li dar xist.

Aldar Xelîl: Erka guhartina civakê li ser mamosteyan e
4 gulan, 2024   18:50
QAMIŞLO

Li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo ji hêla Akademiya Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî ve civînek hat lidarxistin. Di civînê de endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û endamê Akademiya Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî Aldar Xelîl beşdar bû.

Xelîl bal kişand ser pergala neteweya demokratîk û girîngiya perwerdê û rola zanîngehan di pêkanîna şoreşa fikrî de û wiha got: "Di 12 salên şoreşê de me gelek destkeftî pêk anîn. Lê şoreşa fikrî û zihnî şoreşek bêsînor e. Ji lew re em girîngiyê didin şoreşa fikrî û pêkanîna wê bi rêyeke rast."

Xelîl li ser Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û wiha domand: "Bingeha pergala ku niha em li ser dixebitin, komîn û meclisên gel in. Bi kurtahî, kî li ser vê xakê ji çand, mezheb û neteweyên cuda dijîn xwediyên vê pergalê ne. Divê her ferdek xwedî li vê pergalê derkeve. Ji ber wê erka guhartina civakî dikeve ser milê mamosteyan."

Xelîl di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku projeya Rêber Abdullah Ocalan a neteweya demokratîk, li dijî modernîteya kapîtalîstê projeya yekemîn e.

Civîn bi nêrîn û nîqaşan dewam kir.

(fr)