Kongreya damezrîner a Yekitiya Parêzeran hat lidarxistin

Bi diruşma ˊBi maf û dad civaka demokratîk ava bikinˊ Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kongreya damezrîner a parêzerên Tebqa li dar xist.

Kongreya damezrîner a Yekitiya Parêzeran hat lidarxistin
Kongreya damezrîner a Yekitiya Parêzeran hat lidarxistin
Kongreya damezrîner a Yekitiya Parêzeran hat lidarxistin
Kongreya damezrîner a Yekitiya Parêzeran hat lidarxistin
Kongreya damezrîner a Yekitiya Parêzeran hat lidarxistin
Kongreya damezrîner a Yekitiya Parêzeran hat lidarxistin
Kongreya damezrîner a Yekitiya Parêzeran hat lidarxistin
Kongreya damezrîner a Yekitiya Parêzeran hat lidarxistin
4 gulan, 2024   17:09
TEBQA

Kongre li hola Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqa bi beşdariya endamên Meclisa Edaletê ya kantona Reqa, Tebqa, Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Rêxistinên Civaka Demokratîk, Meclisa Gelan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û rûspiyên kantona Tebqayê hat lidarxistin.

Di kongreyê de hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Beşîra Cemaledîn bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Ev kongre gaveke erênî ber bi edaleta civakî ve ye û li gorî bendên Hevpeymana Civakî ye. Em bi hêvî ne ev kongre bibe menareya qanûnî û xizmetî tevahî civakê bike."

Hevseroka Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Hesen jî axivî û wiha got: "Em vê kongreyê ku hemwextî guhartinên mezin di nava rêxistinên edaleta civakî çêdibin, pîroz dikin.  Ew guhartin qonaxa avakirina sazûmaniya nû li gorî Hevpeymana Civakî ne. Di hevpeymanê de girîngî li ser beşên civakê hat dayîn da ku Rêveberiya Xweser bi pêş bikeve û civakeke demokratîk were avakirin."

Dûre beşdaran nîqaş kir got divê namzet herî kêm 5 salan karê parêzeriyê kiribe û li ser karê xwe be û ji şaxê Yekitiya Parêzeran a Tebqa be.

Her wiha 3 endam ji bo rêvebirina yekitiyê hatin hilbijartin. Ew jî ev in. Endaman, piştî dengdayînê li pêş beşdaran sond xwar.

Piştî yekitî hat avakirin, li ser navê Yekitiya Parêzeran a Kantona Tebqa hevserokê yekitiyê Ehmed Şaban axivî û got: "Ji erk û wefedariyê ye ku em hemû hevalên xwe yên parêzer ên berpirs û bar hilgirtine da ku vê pîşeyê di Rêveberiya Xweser de bi pêş bixin, silav dikin."

Kongre bi daxuyaniyekê hat bidawîkirin. Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Enwer El Esir daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di nava şahiyên gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dixin de çirayeke nû ji çirayan pêdikeve da ku rêveberî xurttir be û bibe ronahiya şaristanî û qanûn.

Em soz didin gelê xwe ku parêzer bibe siwarvanên şîret û edaleta civakî biparêzin."

(fr)

ANHA