Meclisa Gelan a Cizîrê pêşdeçûnên dawîn nîqaş kirin

Meclisa Gelan a kantona Cizîrê diyar kir ku pêwîstî bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk, li gorî rêbaza neteweya demokratîk, heye. Ji ber ku neteweya demokratîk çareya herî guncaw li hember astengiyên rûbirûyî welat e.

Meclisa Gelan a Cizîrê pêşdeçûnên dawîn nîqaş kirin
Meclisa Gelan a Cizîrê pêşdeçûnên dawîn nîqaş kirin
Meclisa Gelan a Cizîrê pêşdeçûnên dawîn nîqaş kirin
Meclisa Gelan a Cizîrê pêşdeçûnên dawîn nîqaş kirin
Meclisa Gelan a Cizîrê pêşdeçûnên dawîn nîqaş kirin
Meclisa Gelan a Cizîrê pêşdeçûnên dawîn nîqaş kirin
Meclisa Gelan a Cizîrê pêşdeçûnên dawîn nîqaş kirin
Meclisa Gelan a Cizîrê pêşdeçûnên dawîn nîqaş kirin
24 adar, 2025   18:23
QAMIŞLO

Meclisa Gelan a kantona Cizîrê rûniştina xwe ya asayî ya 2'emîn di sala 2025'an de, li hola Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Qamişlo li dar xist. Di civînê de geşedanên siyasî hatin nîqaşkirin, peymana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û desthilata Şamê hat şîrovekirin û peyama Rêber Abdullah Ocalan hat xwendin.

Di rûniştinê de hevseroketiya Meclisa Gelan a Demokratîk Hikmet Hebîb û Arya Mela Ehmed û endamên Meclisa Gelan a kantonê beşdar bûn.

Di rûniştinê de nîşaneyên Newrozê yên siyasî bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin. Her wiha beşdaran diyar kir ku hemwextî banga dîrokî ya Rêber Apo pîrozbahiyên Newrozê yên îsal serkeftinên moralî yên mezin pêk anîn û ew bone bi "Berhema têkoşîna fikrî ya mirovahî ya demdirêj" wesif kirin. Her wiha beşdaran fedakariyên şehîdên Bendava Tişrînê ku wateya Newrozê ya rasteqîn vegerandin silav kirin.

Her wiha beşdaran di nîqaşên li ser rewşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de destnîşan kir ku zehmetiyên demokratîk û civakî yên kûr, nemaze yên girêdayî doza jinan hene û diyar kir ku neteweya demokratîk Newroz gihand asteke cîhanî û mirovî.

Beşdaran girîngî da çareseriya aştiyane ya demokratîk û dûrketina ji çareseriya leşkerî.

Di berdewama rûniştinê de peymana di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de hate îmzekirin hatin nîqaşkirin, aliyên wê yên erênî û neyênî hatin goftûgokirin.

 Beşdaran diyar kir ku "Danezana destûrî" jî ne li gorî daxwazên gel e û banga sazkirina destûreke nenavendî û demokratîk ku tê de hemû pêkhate beşdar bin, kir.

Di dawiya rûniştinê de hat diyarkirin ku neteweya demokratîk çareseriya herî guncaw e.

(mh/fr)

ANHA