Çarşema bê şandeyeke Lubnanê serdana Şamê dike

Piştî bûyerên vê dawiyê yên li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê, şandeyeke ewlehî ya Lubnanî ya payebilind di çarşema bê de serdana Sûriyeyê dike ku dosyayên ewlehiyê yên hevbeş, nexasim jî dosyaya sînor nîqaş bikin.

Çarşema bê şandeyeke Lubnanê serdana Şamê dike
24 adar, 2025   17:24
NAVENDA  NÛÇEYAN

Rojnemaya "El Exbar" a Lubnanê aşkera kir ku şandeyeke ewlehiyê ya Lubnanê ya payebilind di roja çarşemê de serdana Sûriyeyê dike, da ku her du welat dosyayên hevbeş nîqaş bikin.

Li gorî rojnameyê şande ji wezîrê Berevaniyê yê Lubnanê Mîşêl Mensa, gerînendeyê Giştî yê Ewlehiya Giştî Lîwa Hesen Şiqêr, gerînendeyê Îstîxbaratê yê di artêşa Lubnanê de serbaz Tonî Qehwecî pêk tê.

Çaverê ye di serdanê de rêbazên geşkirina hevkariya ewlehî ya di navbera Beyrût û desthilata Şamê de bên nîqaşkirin, bi taybet jî dosyayên girêdayî qaçaxçîtî û dîspilînkirina deriyên nerewa û sînordarkirina nakokiyên li ser sînor.

Ev serdan digel guhertinên ewlehî yên herêmî pêk tê ku pêwîstî bi koordînayeke hevbeş di navbera her du aliyan de heye.

(fr)