Li Dêrazorê hewldana teqandina bombeyekê hat têkbirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gundekî gundewarê Dêrazorê hewldana teqîna bombeyekê ku li ser erebeyeke sivîl hatibû girêdan, têk bir.

Li Dêrazorê hewldana teqandina bombeyekê hat têkbirin
24 adar, 2025   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, piştî agahî li ser tevgereke bigûman hat wergirtin, tîmên endazyariyê berê xwe da cihê bûyerê û bombeya ku bi erebeyeke sivîl ve hatibû girêdan, bê bandor kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo parastina sivîlan hêzan cihê bûyerê dorpêç kir.

Di daxuyaniyê de nasnameya aliyê li piştî bûyera hewldana teqandinê nehat diyarkirin, lê li wê herêmê carcaran êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê pêk tên.

(fr)