Meclîsa Aborî ya Kantona Firatê: Li Kobanê arvan û sotemenî kêm maye

Meclîsa Aborî ya Kantona Firatê ji bo rewşa şer û dorpêça li ser Kobanê û kêmbûna arvan û sotemenî, daxuyanî da.

Meclîsa Aborî ya Kantona Firatê: Li Kobanê arvan û sotemenî kêm maye
27 ÇILE, 2026   12:15
KOBANÊ

Daxuyaniya Meclîsa Aborî ya Kantona Firatê ji bo rewşa şer û dorpêça li ser Kobanê û kêmbûna arvan û sotemenî, li ber Aşa Kobanê ya taxa nû ji aliyê Hevserokê Desteya Aborî ya Kantona Firatê Ezîz Ebdî ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

Ev 9 rojin em di nava dorpêçeke de ne çete bi hemû awayî êrişî Kobanê dike. Kobanê ji her çar aliyan ve dorpêçe daye. Em wek Meclîsa Aborî hewl didin hemû xizmetî gelê xwe bibin û heta dawiyê. Gelê me di nava rewşa herî giran re derbas dibe. Em hewl didin bi derfetê here kêm ji gelê xwe ra bibin alîkar.

Firneyên me di xizmetê de ye û heta ku arvan hebe em ê xizmetî gelê xwe bikin. Lê niha ji ber rewşa herî xirab ku Kobanê di dorpêçeyeke herî giran de ye, arvan sotemenî kêm bûye. Her ku rewş wiha dewan bike, wê demê wê Kobanê di nava kirîzê re derbas bibe.

Banga me ji kesên azadîxwaz re ku xwedî li bajarê Kobanê derkevin û destê xwe dirêjî Kobanê bikin. Ji ber ku her kes deyndarê Kobanê ye. Ji ber Kobanê di 2014`an hemû cîhan ji çeteyên DAIŞ`ê xilas kir. Divê her kes jî ji bo xelkê Kobanê alîkariya wan bikin û divê bi awayekî bi lezgîn ev şer were rawestandin. Gelê ku ev şer neyê rawestandin, wê şêniyên Kobanê  di nava kirîzan re derbas bibin. Divê her kes xwedî li Kobanê derkevin.

(sş)

ANHA