Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Reqayê civîna salê li dar xist

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Reqayê di civîna xwe ya salê de xebatên par ên ku komîteyên wê di gel şert û mercên aborî yên dijwar pêk anîne nirxandin û plana siberojê danî.

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Reqayê civîna salê li dar xist
Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Reqayê civîna salê li dar xist
Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Reqayê civîna salê li dar xist
Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Reqayê civîna salê li dar xist
Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Reqayê civîna salê li dar xist
Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Reqayê civîna salê li dar xist
9 kanûn, 2025   19:02
REQA

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Reqayê civîna xwe ya salê ya yekemîn bi dirûşma "Bi rihê neteweya demokratîk em aboriya civakî ya komînal ava bikin" li hola meclisê ya Reqayê li dar xist.

Di civînê de endamên meclisê, hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk a kantonê Gedîm Îdan û Fehîme El Casim, hevserokên Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Meşleb El Turkan, endamên komîteyên Desteya Çandinî û Avdanê û Rêxistinên Civaka Demokratîk amade bûn.

Hevserokê Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantonê Ebdullah El Xelîl bixêrhatina beşdaran kir, piştre hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî yên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li ser rewşa siyasî ya herêmê axivî, bal kişand ser bangên ji hundirê Sûriyeyê ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser li seranserî Sûriyeyê pêk were. Mihemed Elî diyar kir ku beşdariya Rêveberiya Xweser di rêvebirina Sûriyeyê de mijareke nayê nîqaşkirin.

Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser aborî û çandiniyê hatin xwendin.

Di sala 2025'an de li kantona Reqayê komîteyên aborî û çandiniyê yên girêdayî Meclisa Aborî û Çandiniyê hemwextî zehmetiyên ji ber rewşên hewayî û aborî, gelek xebat pêk anîn û plansazî ji bo pêşerokê danî.

Rêveberê Nivîsgeha Parastinê ya Desteya Çandinî û Sewalvaniyê ya kantonê Hemûd El Şerîde xebatên komîteyên meclisê yên par pêşkêş kirin, piştre belgefîlmek li ser xebatên meclisê û zehmetiyên derketine hatin pêşandan.

Civîn bi danîna xalên xebatên pêşerojê bi dawî bû:

Zêdekirina tovên li cotkaran tên bekavkirin da ku sinf tev li hev nebin.

Projeyên hevbeş ji bo rûniştandina aboriya civakî werin zêdekirin.

Ji bo nexweşiyên dev-lingan derzî û ji bo gurmika sonê derman, werin peydakirin.

Sotemenî ji bo çewlikan were peydakirin.

Qenalên avdanê werin çaksazîkirin û aşek nû ku hilberîna wê ya rojane 300 ton be, were avakirin.

Koperatîf ji bo jinan werin çêkirin da ku hejmara herî zêde ji jinan bikeve nav çalakiya aborî.

(mh/fr)

ANHA