Artêşa Îsraîlê 3 welatî li Quneytîrayê birîndar kirin

Dema dewriyeyek Îsraîlê bendeke kontrolê ya demkî li Xan Ernebê datanî, welatî kom bûn û ketinên Îsraîlê li nava xaka Sûriyeyê red kirin, bi wê re 3 welatî bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê 3 welatî li Quneytîrayê birîndar kirin
9 kanûn, 2025   19:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê li Xan Ernebê yê gundewarê Quneytirayê bendeke kontrolê ya demkî danî, şêniyan ev yek red kir, bi wê re 3 welatî bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, hin welatiyên ku derbasbûna Îsraîlê li nava Sûriyeyê red kirin, wê jî hişt ku dewriyeya Îsraîlê guleyan berde wan û birîndar bike. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneya Colanê.

(ac/fr)

ANHA