Li ser rêya Qamişlo-Amûdê erebeyek hat hedefgirtin

Hat ragihandin ku li ser rêya bajarê Qamişlo-Amûdê ya kantona Cizîrê erebeyek hat hedefgirtin.

Li ser rêya Qamişlo-Amûdê erebeyek hat hedefgirtin
3 cotmeh, 2024   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, li ser rêya di navbera bajarên Qamişlo û Amûdê yên kantona Cizîrê de erebeyek hat hedefgirtin.

Nûçegihan diyar kir ku li nêzî gundê Xezalikê erebe hatiye hedefgirtin. Lê nûçegihan tu agahiyên din parve nekirin.

(fr)