Rojnamevanên jin ên li Başûr: Em ê şopdarên rêya rojnamevanên şehîd bin

Rojnamevanên jin ên li Başûrê Kurdistanê têkildarî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan diyar kir ku dê pênûs û kameraya wan li erdê nehêlin û wê bibin şopdarên rêya Gurbetellî Ersoz, Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara, Hêro Behadîn û Cîhanan.

Rojnamevanên jin ên li Başûr: Em ê şopdarên rêya rojnamevanên şehîd bin
21 kanûn, 2024   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevanên jin ên li Başûrê Kurdistanê jî bi daxuyaniyeke nivîskî helwesta xwe ya li dijî qetilkirina rojnamevanên çapemeniya azad diyar kir û soza şopandina rêya wan da.

Daxuyanî wiha ye

“Em ê li ser şopa Cîhan Bîlgîn û rojnamevanên şehîd berdewam bikin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ku di tariyê de li dijî çapemeniya azad pêk tîne, tirsa ji qelem û kameraya ku bê berjewendî û bi yek armancê ji bo aşkerakirina rastiya vê tarîtiyê û dijminê mirovahiyê ku bi salan li dijî gelê Kurd her cure qirkirinê pêk tîne, canê xwe feda dike, nîşan dide.

Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê dewleta Tirk her tim hewl dide destkeftiyên mezin ên ku bi fedakirina canê bi hezaran cangoriyên azadiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi dest xistine, tune bike. Lê di hemû hewldanên xwe de bi xwe têk çûye. Li gel hebûna hêza gel û avakirina sîstema xwerêveberiya gel, çapemeniya azad di ragihandina serkeftina bêhempa ya gelê berxwedêr ê Rojavayê welat de roleke girîng lîstiye.

Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî wek du rojnamevanên serkeftî yên di salên destpêkê yên şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ji Bakurê Kurdistanê hatibûn. Xwestin têkoşîn û berxwedana Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê ji raya giştî re nîşan bidin. Li her cihê şer û êriş lê heyî, Cîhan û Nazim bûn dengên heqîqetê. Li Kobanê, Efrîn, Eyn Îsa, Girê Spî û Serêkaniyê bûn. Ji 8’ê Kanûna 2024’an ve jî li Bendava Tişrîn, navçeya Sirîn û Pira Qereqozaxê li ser kar bûn. Her du jî bê dudilî bi mîkrofon û kamerayên xwe li gel şervanên azadiyê li qada şer bûn û êrişên hovane yên çeteyên Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê radigihandin.

Dewleta Tirk ji ber ku çapemeniya azad dengê gele û her tim hewl dide rastiyan ragihîne, ji xwe re li her derê weke gefekê dibîne û bi şêwazekî hovane û dermirovî dike hedef. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê ku sucê dagirkeriyê gihiştiye lûtkeyê. Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî rojnamevanên çalak û wêrek bûn ku dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Şehba, Til Rifet, Heleb û herêmên din ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê dest bi êrişên xwe kirin, di şert û mercên herî dijwar de kêlî bi kêlî hewl dan rastiya êrişên çeteyên dewleta Tirk bi rêya kamerayên xwe nîşanî cîhanê bidin. Ji ber wê di 19’ê Kanûnê de di dema li ser karê xwe bûn û êrişan dişopandin, di saet 15.20’an de li ser rêya Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê bûn hedefa êrişa balafira bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker. Di encama êrişê de her du rojnamevan şehîd bûn û şofêrê wesayîtê Ezîz Hac Bozan jî birîndar bû.

Em wek rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê hedefgirtina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi şehîdxistina rojnamevanan rêgirî li şopandin û ronîkirina komkujiyên li ser welatiyan bike. Êrişên dewleta Tirk ên hovane yên li dijî rojnamevanên çapemeniya azad nîşan dide ku çiqasî ji pênûs û kamerayên wan ditirse. Em ji malbat û hevalên herdu rojnamevanan re sersaxiyê dixwazin û serê xwe li ber berxwedan û lehengiya wan ditewînin. Em soz didin ku em ê li ser rêya heqîqetê û ragihandina rastiyê bê şîrove ji raya giştî û gel re bidomînin, emê şopdarê rêya Gurbetellî Ersoz, Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara, Hêro Behadîn û Cîhanan bin û pênûs û kamerayan wan li erdê nehêlin.”