Kurd li Sûriyeyê.. ji hebûneke dîrokî ber bi paşguhkirin û cudekariyê ve, paşê hevkarê avakirinê

Dîroka Kurdan li Sûriyeyê di salên borî de heta niha nabe ku tenê di çarçoveya doza Kurdî ji hêla siyasî ve were sînordarkirin, hebûna wê hebûneke dîrokî, civakî û siyasî ye, ev hiştiye ku bibe beşek ji qonaxên avakirina welat. Kurd beşdarî jiyana siyasî, leşkerî û çandî de jî bûne, rola wan di berxwedana li hemberî Feransayê û avakirina saziyên dewletê ya nû de derket holê.

Kurd li Sûriyeyê.. ji hebûneke dîrokî ber bi paşguhkirin û cudekariyê ve, paşê hevkarê avakirinê
Kurd li Sûriyeyê.. ji hebûneke dîrokî ber bi paşguhkirin û cudekariyê ve, paşê hevkarê avakirinê
Kurd li Sûriyeyê.. ji hebûneke dîrokî ber bi paşguhkirin û cudekariyê ve, paşê hevkarê avakirinê
Kurd li Sûriyeyê.. ji hebûneke dîrokî ber bi paşguhkirin û cudekariyê ve, paşê hevkarê avakirinê
Kurd li Sûriyeyê.. ji hebûneke dîrokî ber bi paşguhkirin û cudekariyê ve, paşê hevkarê avakirinê
Kurd li Sûriyeyê.. ji hebûneke dîrokî ber bi paşguhkirin û cudekariyê ve, paşê hevkarê avakirinê
31 tebax, 2026   02:50
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Kurd li Sûriyeyê.. hebûneke dîrokî û rola di avakirina dewlet û tevgera niştîmanî de

Hebûna Kurdan li Sûriyeyê tenê li ser asta dozeke neteweyî yan daxwazeke siyasî nayê dîtin, li gorî çavkanî û lêkolînên dîrokî hebûna Kurdan li herêmên cuda yên Sûriyeyê ji serdemên dîrokî yên berê de ye. Ev yek hişt hebûna Kurdan li bajar û herêmên Sûriyeyê, li Şam, Heleb, Hema û Humsê di dema serdema Îslamî de pêş bikeve, hebûna Kurdan gihîşte qonaxa damezrandina dewleta Sûriyeyê ya nûjen.

Lêkolînvan destnîşan dikin ku Kurd li kêlek pêkhateyên cuda yên li Sûriyeyê, di qada siyasî, leşkerî û civakî, her wiha di berxwedana li hemberî Feransayê de beşdar bû. Bi demê re tevgera siyasî ya Kurdî pêşket û daxwaza naskirina nasname, maf, çand û siyaseta Kurdan a di nava Sûriyeyê de kir.

HEBÛNA KURDAN LI SÛRIYEYÊ.. KOKA DÎROKÎ YA DI NAV HEV DE

Koka hebûna Kurdan li Sûriyeyê vedigere nivîsên dîrokî yên ku girêdana wan bi padîşahiyên kevin ên li Mezepotamyayê re nîşan dide, ji wan jî Horî û Mîtanî. Hejmarek ji lêkolînerên dîroka Kurdî dibînin ku ev gel beşeke ji koka dîrokî ya gelê Kurd pêk tê, hebûna wan jî ji herêmên Çiyayê Zagros hetanî Firatê û Xabûrê didome.

Lêkolîner destnîşan dikin têkildarî xebatên Dîroknas û Zanyarê Almanî Horst Klinkmann yê ku mijara derketina Horiyan li herêmê ya beriya zayînê bi 3 hezar salan derketiye, pê re navend padîşahiyên siyasî li Mezepotamyayê hatin avakirin ji wan herêman jî, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya heyî ye.

Girîngiya herêma Cizîrê di sûnwarên wê de xuya dike, ev şûnwar li Til Birak, Til Helef, Ti El Fexîriye, Til Çaxirbazar û Til Lîlan tên dîtin, li van deveran çînên şarestaniyê yên ku li serdemên kevin vedigere hene, ji wan jî dem Horî û Mîtaniyan heye.

Lêkolînerê Dîrokê û Şarestaniya Kurdî Fewaz Osman ji ANHA`yê re got: “Dema em behsa rola Kurdan di avakirina Sûriyeyê de dikin, divê destpêkê em ji rastiya dîrokî ve dest pê bikin. Kurd pêkhateyeke resen ji pêkhateyên civaka Sûriyeyê ne, rojekê jî nebûna derveyî dîroka niştîmanî ya Sûriyeyê.”

KURDÊN LI SÛRIYEYÊ DI SERDEMA NAVÎN DE

Li kêlek nivîsên girêdayî serdemên kevin, nîşane û lêkolînên dîrokî yên girêdayî mijara hebûna Kurdan li Sûriyeyê di serdema Îslamî anku ji dema Eyûbiyan û pê ve hene.

Mînak li Şamê Kurd hene, ji bo wan taxeke naskirî bi navê Hey El Ekrad (Taxa Kurdan) heye. hebûna Kurdan li herêmên din jî mîna li Helebê jî heye. Lêkolînên ku hatine çêkirin didin diyarkirin ku Efrîn û Çiyayê Kurmênc (Cebel El Kurd) du herêmên herî kevin ên istiqrara Kurdan li Sûriyeyê ye.

Di dema Eyûbiyan de hebûna Kurdan a leşkerî û siyasî ya xuyayî hebû, hêz û mîrên Kurdan beşdarî dewleta Eyûbiyan bûn, li gorî veguhertinên siyasî û leşkerî li herêmê pêlên istiqrara Kurdan jî derketin holê. Çavkaniyên dîrokî hebûna Kurdan li Şamê, herêmên din li Sûriyeyê di vê qonaxê de û piştre jî belge kirine.

Li bakurê rojavayê Sûriyeyê, bi taybet li herêma Efrîn û Çiyayê Kurmanc (Cebel El Kurd) hebûna Kurdan a dîrokî bi herêmên çiyayî û gundên xwedî zeviyên çandiniyê ve girêdide. Kurdan bê navber di qonaxên dîrokî yên cuda de ziman, adet û girêdana xwe ya civakî parast.

JI PÊKHATEYEKE DÎROKÎ BER BI DOZEKE SIYASÎ

Bi avakirina dewleta Sûriyeyê ya nû ya ku bi rêya Sykes-Picot û hevpeymanên ku veşartî di navbera hêzên rojavayî de yên ku herêmê kontrol dikirin de çêbibûn de, hebûna Kurdan derbasî qonaxeke nû bû. Kurd bûn beşeke ji demografî, siyasî û civakî ya dewletê, doza nasname, ziman, mafê çandî û siyasî jî beşeke mezin a têkiliya di anvbera Kurd û desthilatan de girt.

Bi zêdebûna şepêlên neteweyî yên Erebî piştî yekbûna bi Misirê re, pêkanîa kiryarên cudekariyê derheqê Kurdan de, doza Kurdî hêdî hêdî bû yek ji dozên siyasî û civakî yên hestyar li Sûriyeyê. Ev kiryarên mîna tengkirina di mijara ziman û çanda Kurdî de, di qonaxên cuda de hatin dîtin, rêkarên ku bandor li rewşa qanûnî ya beşeke ji şêniyên Kurd kir jî pêk anîn, ev yek bi taybet di dema serjmariya sala 1962`an li Parêzgeha Hesekê hat dîtin.

Lê ev hewildan nehişte ku Kurd dûrî jiyana niştimanî ya Sûriyeyê bikevin, hebûna wan di saziyên dewletê, artêş, rêveberî, jiyana siyasî û çandî de hat domandin, pê re tevgera siyasî Kurdî hat avakirin û ew tevger daxwaza naskirina bi hebûna neteweyî, mafê çandî û siyasî yê Kurdan di hundirê Sûriyeyê de kir.

Fewaz Osman da zanîn û got: “Bi dîtina Kurdan tenê di milê doza neteweyî de, wêneke dîrokî ya temamker nayê dayîn, Kurd beşeke ji tevgera niştîmanî ya Sûriyeyê û saziyên dewletê, civakê ne. Di qonaxên siyasî yên cuda de Kurd di partî, şepêlên niştîmanî, artêş, rêveberî, çand û jiyana giştî de beşdar bûn. Di heman demê de tevgera siyasî ya Kurdî de jî pêşket.”

KURD, TEVGERA NIŞTÎMANÎ YA SÛRIYEYÊ Û BERXWEDANA LI HEMBER FERANSAYÊ

Fewaz Osman destnîşan kir ku Kurd di qonaxên girîng ên tevgera niştîmanî ya Sûriyeyê de amade bûn, kesayetên Sûriyeyî yên Kurd, di dema hebûna desthilata Feransayê û piştî damezrandina dewletê jî gihîştin cihên siyasî, leşkerî û çandî.  

Osman bal kişand ser beşdarbûna serokeşîrên Kurdan, li kêlek yên eşîrên Ereban û kesayetên civakî ji herêmên cuda, di kongreya eşîran a niştîmanî li Tedmurê sala 1935`an û  diyar kir ku ew kongre di çarçoveya hewlestên li dijî desthilata Feransayê hatibû lidarxistin.

Li gorî lêkolîner ev beşdarî beşeke ji hebûna Kurdan di tevgera niştîmanî ya Sûriyeyê, dûrî dîtina dîroka Kurdan tenê di milê daxwaza netewbûnê de diteyisîne.

KURD Û ŞOREŞA MEZIN A SÛRIYEYÊ

Fewaz Osman girêdana hebûna Kurdan bi şoreşa mezin a Sûriyeyê ya sala 1925`an jî girê da, bal kişand ser rola kesayetên Kurd di qonaxên wê yên yekemîn de û diyar kir ku yek ji wan jî Miho Şaşo yê ji herêma Efrîn, dibêjin ku ew bi tensîqa fermandarê şoreşê li herêmê Îbrahîm Henano re, li bakurê Sûriyeyê yekemîn gule di şoreşê de avêt.

Osman behsa rola Dr. Ebdulrehman El Şehbender jî di tevgera niştîmanî û berxwedana li hemberî desthilatê kir û diyar kir ku girêdana wî bi fermandarên şoreşê li Siwêdayê re hebû, di nava wan de bi Sultan Paşa El Etreş re hebû.

HEBÛNA KURDAN DI SAZIYÊN DEWLETA SÛRIYEYÊ DE

Hebûna kesayetên Kurd li Sûriyeyê tenê di çalakiyên siyasî yên Kurdî de sînordar nema, ew li saziyên dewletê û beşên cuda yên jiyana giştî de hat dîtin. Mihemed Elî El Abid di navbera salên 1932-1936`an de erka Serokatiya Komara Sûriyeyê girt, Ebdulrehman El Şehbender cihê we di Wezareta Karên Derve di hikumeta Haşim El Etasî de sala 1920`an de girt, paşê Partiya Gel ava kir û ew bû yek ji rûyên tevgera niştîmanî.

Di saziya leşkerî de navê Wezîrê Şer û Fermandarê Leşkerî yê Niştîman li Sûriyeyê Yûsif El Ezma yê ji malbateke Kurdî ya li Şamê ye derkete holê, ew yek ji sembolên berxwedana li dijî desthilata Feransayê bû. Yûsif El Ezma sala 1920`an fermandartiya Şerê Meyselûn kir, tevî dizanî ku dê hêza Feransayê bi ser keve jî, teslîmiyet qebûl nekir û di şer de şehîd bû, bi vê gave bû sembola berxwedan û berevaniya li ber serxwebûna Sûriyeyê.

Hisnî El Zeyîm sala 1949`an erka Serokatiya Erkana Artêşê û paşê serokatiya dewletê girt, li kêlek wî Tewfîq Nîzam El Dîn jî bû Serokatiya Erkana Artêşê girt. Fewzî Silo erkeke leşkerî û hikumetê girt pê re gihîşte serokatiya dewletê, Edîb El Şîşklî di navbera salên 1953-1954`an bû serokê komarê.

Di qada çandî û perwerdeyê de, Mihemed Kurd Elî bû wezîr û ji bo rêveberiya zanistî ya Erebî bû serok. Xalid Begdaş sala 1954`an bû yekemîn cîgireke komînist ê ku di parlamana Sûriyeyê de hat hilbijartin. Paşê bi dehên salan di pêşengtiya partiya Komînist a Sûriyeyê de cih girt.

Di qada olî de Şêx Ehmed Keftaro ji sala 1964`an bû Muftiyê Komarê, heta sala mirina xwe 2004`an cihê xwe di vê xebatê de digirt. Zanyarê Sûriyeyî yê Kurd Mihemed Seyîd Remedan El Botî erka Mamostetî û Serokê Beşa Bawerî û Olan di fakulteya Şerîyetê ya Zanîngeha Şamê de girt, ew bi berhemên xwe yên zanistî hat naskirin.

Hisên Beg Îbiş jî di jiyana aborî û civakî li Şamê hat naskirin.

Ev nav di deverên cuda de cih girtin, dide diyarkirin ku hebûna Kurdan di dîroka Sûriyeyê de tenê di qada neteweyî ya Kurdî de sînordar nema, ew berê xwe da saziyên dewletê, artêş, perwerde, çand, ol, aborî û jiyana siyasî ya giştî jî.

ROLA CIWANAN, TEVGERA ÇANDÎ Û SIYASÎ

Rola ciwanên Kurd di jiyana siyasî û çandî ya Sûriyeyê de hebû, yek ji wan jî Xalid Begdaş yê ji eşîra Kîkan bû. Ew di Nivîsgeha Enber xwendekarek bû, paşê bû Sekreterê Giştî yê Partiya Komînist a Sûriyeyê. Elî Bozo yê Zazayî yê Kurd Yekîtiya Xwendekaran û Focê Kurdistan a Keşaf sala 1936`an li Şamê ava kir, piştre di cihekê li wezaretekê erk girt.  

Ev yek dide nîşandan ku Kurd di nava şepêlên siyasî û fikrî yên sedsala 20`an de xwedî hebûneke ber bi çav bûn. Kurdan pê re tevgera xwe ya siyasî ya taybet a ji bo naskirina nsanameyê, ziman û çanda Kurdî pêşxist.

TÊKILIYA KURDAN LI SÛRIYEYÊ

Fewaz Osman dibîne ku têkiliya di navbera Kurd û Sûriyeyê nabe ku weke “Kênetew û dewlet” bê xwendin, divê wekî ku têkiliya pêkhateyeke dîrokî ya deverê, dewlet û civakê, ya ku di avakirina Sûriyeyê de beşdarbûye de bê dîtin. Kurd di heman demê de daxwaza maf xwe yê neteweyî, çandî û siyasî dikin.

Fewaz Osman got: “Têkiliya di navbera Kurd û Sûriyeyê ne têkiliyeke kêmnetewek bi dewletê re ye, ew têkiliya pêkhateyeke resen bi welatê wê re ye, ew avakiriye û ji mafê wê ye ku şirîkeke temam ê pêşerojê be jî.”

Sibe: Kurd li Sûriyeyê.. ji înkarê û cudekariyê heta kêliya şoreşê

(sb)

ANHA