Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi wezîrê Almanyayê re hevdîtin kir

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi Wezîrê Karên Derve yê Almanya Johann Wadephul re hevdîtin kir.

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi wezîrê Almanyayê re hevdîtin kir
15 sibat, 2026   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de bi Wezîrê Karên Derve yê Almanya Johann Wadephul re civiyan.

Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê, siberoja proseya siyasî, girîngiya parastina destkeftiyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha dosyayên têkoşîna li dijî terorê û pêşxistina istiqrara herêmê nîqaş kirin.

Di hevdîtinê de her wiha girîngiya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê, parastina yekparbûna xaka Sûriyeyê, mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyan di çarçoveyeke demokratîk de û parastina taybetmendiyên herêmên Kurdan hatin gotûbêjkirin.

(bb)