‘Divê pirsgirêka Kurd bibe navenda têkiliyên bi YE'yê re‘

Di konferansa Kurdan a li Parlamentoya Ewropayê de hate gotin ku divê pirsgirêka Kurd bibe navenda têkiliyên bi YE‘yê re û dimildest şert û mercên xebata azad a Rêber Abdullah Ocalan werin bicihanîn.

‘Divê pirsgirêka Kurd bibe navenda têkiliyên bi YE'yê re‘
15 cotmeh, 2026   21:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rûniştina yekem a Konferansa Kurd a li Parlamentoya Ewropayê de ku saet 3’ê piştî nîvro dest pê kir, endamê Parlamentoya Ewropayê û endamê Hevpeymaniya Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan, Nacho Sánchez Amor, axivî.

SANCHEZ: MESELE NE ÎHA, DEMOKRASÎ YE

Moderatoriya rûniştinê ji aliyê siyasetmedar Hişyar Ozsoy ve hate kirin. RewşaTirkiyeyê û rewşa meseleya Kurd a pê re girêdayî, ji Sanchezê hate pirsîn.

Sanchez Amor ku raportoriya Tirkiyeyê dike got, “Ne hewce ye ku ez bi israr rewşa tirsnak a demokrasiyê li Tirkiyeyê vebêjim. Hûn te nê vê rewşê nizanin; di heman demê de wekî parçeyek ji paşketina demokratîk êşa vê dikşînin.”

Sanchez Amor ev pirs kir, “Gelo têkoşîna min a niha çi ye?” û wiha got, “Têkoşîna min a niha ew e ku ez li dijî propagandaya Qesrê ya li dijî raya giştî ya li Tirkiyeyê derkevim. Qesrê ev peyam dide raya giştî; ‘Em pir girîng in. Artêşa me pir xurt e. Em ewqas balafirên bêmirov hildibêrin ku ev kesên li Brukselê deriyên endamtiya Yekîtiya Ewropayê ji bo me vedikin.”

Ji wan re wiha bêjin; Endamtiya Yekîtiya Ewropayê hîna pir dûr e.

Mesele ne balafirên bê mirov in. Mesele ne hêza leşkerî ye. Mesele ne bazirganiye jî. Mesele demokrasî ye.

Ez ev 5 sal in dawî ne, heman tiştê dubare dikim. Mesele demokrasî ye.

Heta ku demokrasî pêşve neçe, endamtiya Yekîtiya Ewropayê ji bîr bikin. Em dikarin bi Tirkiyeyê re di gelek qadan de hevkariyê bikin. Em dikarin wekî cîran, wekî welatekî adil, dibe ku wekî hevkarekî jî têkiliyên xwe bidomînin. Lê meseleya endamtiyê, bêyî pêşveçûna demokratîk nabe were rojevê. Ji ber ku Yekîtiya Ewropayê klubeke demokrasiyê ye.

Hin kesên ji Tirkiyeyê li ber vê radibin û dibêjin, ‘Lê di yekitiya we de Macarîstan jî heye.

Mînaka Macarîstanê, dersekî ku nîşanî me dike divê em heman şaşitiyê dîsa nekin. Ev mînak, sedemekî ku divê em baldartir bibin.”

Sanchez Amor got, “Hemû hewldana min ew e ku ez vê bigihîjînim raya giştî ya Tirkiyeyê; Pêvajoya tevlîbûna li Yekîtiya Ewropayê hîna bi demokrasiyê re eleqeder e. Ger pêşketin di standartên demokratîk de çênebe, bendewariya Tirkiyeyê ya endamtiyê jî bersivê xwe nebîne.

Ez di heman demê de vê jî dibêjim; Em neçar in ku têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re bidomînin. Divê em Tirkiyeyê re wekî cîran têkilî danin. Divê di mijarên bazirganî, ewlehî û parastinê de hevkariyê bikin. Em dikarin mijara Euroyê û vîzeyê ku ji bo mirovên li Tirkiyeyê pirsgirêkekî girîng e, bigrin dest. Em dikarin ji bo gelek mijaran bi Tirkiyeyê re hevdîtin bikin.

Lê bawerî bi propagandayên ku dibêje ku Tirkiye bi saya têkiliya xwe ya bi Trump an jî bi saya hêzên cuda bike Yekîtiya Ewropayê, neynin.”

Sanchez Amor diyar kir ku bi dronan nikarin bikevin Yekîtiya Ewropayê û anî ser ziman ku ev meseleyekî demokrasiyê ye.

Amor di mijara Kurd de jî wiha got, “Birêz Ocalan gava destpêkê avêt. Di vê gavê de ku dibe ku piştî navbeynkariya Bahçelî hat, pêşniyara ku Ocalan pêşkêşê welat kir pir zelal bû. Ez ne alîgirê Birêz Ocalan im; divê ez vê yeiê bi zelalî bibêjim.

Xala bingehîn ku Ocalan îşaret pê kir ev bû; Ev pêvajo nabe ku ji temamî demokratîkbûna giştî ya welat, cuda were hesibandin. Ez jî vê tiştê dibêjim kesên ku ev bi wan re hevdîtin dikim; Helbest rast e ku hûn di mijarên mafên gelê Kurd, perwerdehiya Kurd û di mijara mafên cuda de hewl bidin ku her curê destkeftiyê bi dest bixin. Divê hûn van mafan bigrin.

Lê ger li seranserê welat demokratîkbûn pêk neyê, dibe ku mafên ku Kurdan bi dest xistine di şevekî de ji holê rabe. Dibe ku bi biryarnameya serokkomariyê yan jî bi hincetekî cuda dîsa bigrin û bizibirin rewşa destpêkê.

Ji ber vê yekê, em di mijara çareseriyê de bi hêvî ne û dixwazin lihevkirinek çêbibe. Lê em neçar in ku di mijara meseleya bingehîn de zelal bin. Mesele ne tenê mafên çandî, mafên nasnameyî yan jî mafên siyasî yên gelê Kurd e. Mesele ew e ku çarçoveyeke demokratîk a giştî were avakirin ku Kurd mafên xwe bi mîsogerî bikarînin. Ger çarçoveyek wiha were avakirin, Kurd jî dikarin mafên xwe wekî welatiyên din bi mîsogerî bikarbînin. Min hay jê heye ku pêvajo xwedî rîsk in.”

‘DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD BIBE NAVENDA TÊKILIYÊN BI YE'YÊ RE‘

Di rûniştina bi navê “Yekitiya Ewropayê, Tirkiye û Kurd: Di navbera hevkariya stratejîk û hêviyên demokratîk de” de Parlamentera Parlamentoya Ewropayê û endama Koma Çep a Fînlandiyayê Li Andersson, Parlamenterê Ewropayê yê Spanyayê a ji Koma Çep Pernando Barrena, ji Keskan/Tifaqa Azad a Ewropayê Vladimir Prebilič ê ji Slovenyayê, ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk û ji Îngiltereyê endama Enstîtuya Mafên Mirovan a Yekitiya Baroyên Navneteweyî Eleonora Scala axivîn.

Li Andersson di axaftina xwe de bi taybetî bal kişand ser bêdengî û bêçalakiya Yekitiya Ewropayê ya li hemberî rejimên otorîter û destnîşan kir ku divê çareseriya pirsgirêka Kurd bibe navenda têkiliyên YE û Tirkiyeyê.

Li Andersson wiha axivî: “Yekitiya Ewropayê helwesta xwe ya li hemberî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji nû ve pênase nekiriye. Heta piştî ku hikûmeta Tirkiyeyê ji bo çareserkirina şer û pevçûnan çarçoveyeke qanûnî çêkir jî, mirov nikare bibêje di helwesta Yekitiya Ewropayê de guhertineke mezin çêbûye. Tişta ku divê Yekîtiya Ewropayê ji niha û pê ve bike ev e ku bi bikaranîna nifûza xwe ya siyasî û aborî piştgiriyê bide pêvajoyeke aştiyê.”

Vladimir Prebilič jî diyar kir ku wê welatên nû 10-15 salan di pêvajoyeke şopandinê re derbas bibin. Vladimir Prebilič destnîşan kir ku rewşa Tirkiyeyê bi awayekî cidî cihê fikaran e û wiha axivî: "Êdî em qala serdemeke şopandinê ya 10 heta 15 salan dikin. Di vê serdemê de hekexebat berojav. bibe, wê endamtiya welatê têkildar ji nû ve bê lêpirsînkirin. Bi dîtina min dibe ku ev nêzîkatî ji bo Tirkiyeyê jî erênî be. Helbet em naxwazin rewşeke wiha derkeve holê. Lê di nava şert û mercên em tê de ne, em dibînin ku her tişt pêkan e.”

Eleonora Scala a ku wekî beşeke Mîsyona Hiqûqa Serbixwe ya Pêvajoya Aştiyê ya li Tirkiyeyê, li ser navê mîsyonê hin nirxandin parve kirin.

Mîsyon di bin sîwana Yekîtiya Parêzerên Demokrasî û Mafên Mirovan ên Ewropayê (ELDH) û Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî (MAD) de hatiye avakirin.

Eleonora Scala wiha axivî: "Armanca mîsyonê ew e ku geşedanên di pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de lêkolîn bike, firsendên ku derdixîne holê, zehmetî û fikarên ku bi xwe re tînin binirxîne. Bi taybetî em dixwazin derfetên piştgiriya navneteweyî binirxînin; diyaloga avaker a di navbera aktoran de hêsan bikin û pêşniyaran pêşkşî hem ji aliyan hem jî ji civaka navneteweyî bikin."

Eleonora Scala destnîşan kir ku heke pêvajo dewam bike divê têkiliya Rêber Apo bi hemû beşên civakê re bê pêkanîn û anî ziman ku divê mafê hêviyê jî bê bicihanîn.

Raziye Ozturk jî got “Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin” û wiha pê de çû: "Birêz Ocalan nûnertiya vîna hevpar di nava xwe de dihewîne. Ji ber vê nûnertiyê mafên wî yê ferdî yên herî bingehîn jî hatin binpêkirin.”

Raziye Ozturk di mijara mafê hêviyê de bertek nîşanî saziyên Ewropayê da û wiha berdewam kir: “Lê belê tevî van hemûyan jî dibe ku Yekîtiya Ewropayê nêzîkatiya xwe ya heyî biguherîne û helwesteke cuda nîşan bide.

Statuya Birêz Ocalan wekî pirsgirêkeke girîng derdikeve pêşiya me. Em dibêjin em muzakereyê dikin û divê ev di nava şert û mercên wekhev de pêk were. Di çareseriya pirsgirêkeke dîrokî de divê Birêz Ocalan roleke çalak bilîze. Lê ji ber di hawîrdoreke ku ji amûrên pêwîst û şert û mercan bêpar hatiye hiştin jê tê xwestin ku rolê bigire ser xwe û vê yekê bidomîne. Di rewşeke wiha de ne pekan e ku encameke serketî were bidestxistin.

Ji bo ku pêvajo bi awayekî bi tendurist pêşve biçe, berî her tiştî divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin.”

PERVÎN BÛLDAN: DIVÊ DEMILDEST ŞERT Û MERCÊN XEBATA AZAD A BIRÊZ OCALAN WERIN BICIHANÎN

Rûniştina dawîn de a bi sernavê "Tirkiyeya di navbera pêvajoya aştiyê û krîza demokratîkbûyînê de: Diyalog, serweriya hiqûqê û beşdarbûna siyasî" ji aliyê Dîlek Odabaşi ve hat birêvebirin.

Parlamentera DEM Partiyê û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Parlamenterê Partiya DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen, Parlamenterê Yeni Partiyê Okan Konuralp û Parlamenterê CHP’ê Oguz Kaan Salici di rûniştin de axivîn.

Pervîn Bûldan der barê rewşa pêvajoyê de nirxandin kirin. Pervîn Bûldan da zanîn ku pêvajoya çareseriyê di xala werçerxê de ye û destnîşan kir ku ev proje "projeya sedsalê” ye.

Pervîn Bûldan got "Bi taybetî li hemberî rîsk û xetereyên mezin ên ku ji ber krîz û rewşa şer a li Rojhilata Navîn derketine, pêvajoya çareseriyê ya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 2’7ê Sibatê ya Birêz Ocalan dest pê kiriye û bi îradeya siyasî ya Birêz Devlet Bahçelî û Birêz Recep Tayyîp Erdogan pêşiya wê hatiye vekirin, di xala werçerxê de ye. Ev pêvajo ji bo gelan, demokrasî, hiqûqa gerdûnî û siyaseta demokratîk deriyê serdemeke nû vekiriye. Ji ber vê yekê wê ne şaş be ku em Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wekî projeya sedsalê bi nav bikin. Ji ber vê yekê, xwedîderketina li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, meşa bi hev re, avakirina aştî û demokrasiyê wê bibe gavek ku asoya sedsala pêşiya me diyar bike.

Ez dixwazim diyar bikim ku em li bendê ne ku Birêz Ocalan di Desteya Aştî û Siyasîbûnê de erka koordînatoriyê bigire ser xwe. Ji ber ku ev pêvajo pêvajoyeke wiha ye ku divê bi gavên dualî pêş ve biçe. Weke rola ku Birêz Ocalan di qonaxa bêçekbûnê de girtibû ser xwe wê birêvebirina erka koordînatoriyê bihêle ku bigihêje armanca xwe. Di vê çarçoveyê de ez dixwazim destnîşan bikim ku divê demildest şert û mercên xebata azad a Birêz Ocalan werin bicihanîn. "

Parlamenterê Partiya DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen jî diyar kir kupartiya wan piştgiriyê dide pêvajoyê û got, "Partiya me piştgiriyê dide verastkirinên qanûnî û destûrî yên ku wê sedemên bingehîn ên pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê ji holê rakin û avakirina aştiyeke mayînde. "

Parlamenterê CHP’ê Oguz Kaan Salici destnîşan kir ku yek ji xalên herî biqîmet ew e ku çareseriya vê pirsgirêkê veguheriye polîtîkaya dewletê û got: "Ev tê wê wateyê ku desthilatdariya siyasî biguhere jî wê pêvajo berdewam bike. Jixwe em bawer dikin ku divê wisa be. Ev pêvajo nabe pêvajoyek ku partiyeke siyasî wê texê destê xwe û ji bo temenê desthilatdariya xwe dirêj bike bi kar bîne. Bûyîna wê polîtîkaya dewletê gelekî biqîmet e. "

Parlamenterê Yeni Partiyê Okan Konuralp jî got: "Bi qasî wijdanî, exlaqî û civakî di heman demê de ji aliyê aborî ve jî em piştgiriyê didin vê pêvajoyê."

Konuralp diyar kir ku ligel hemû pêkanînên dij-demokratîk ên desthilatdariyê jî ew piştgiriyê didin deriyê aştiyê yê ku li Tirkiyeyê vebûye û got, "Em dixwazin di vî derî re derbas bibin û bigihêjin pêşerojeke demokratîk. Pirsgirêka Kurd a hevwelatîbûna wekhev (...) pirsgirêka pêşeroja hevpar a Tirkiyeyê ye. Nabe weke lutfeke desthilatdariya siyasî were dîtin. "