Mazlûm Ebdî ji bo şehadeta 6 Pêşmergeyan sersaxî xwest

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî têkildarî êrişa li ser hêzên pêşmerge yên li Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê weşand.

Mazlûm Ebdî ji bo şehadeta 6 Pêşmergeyan sersaxî xwest
24 adar, 2026   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Mazlûm Ebdî ji bo şehadeta 6 Pêşmergeyan li ser hesabê X sersaxî ji gelê Kurd ê Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge re xwest. 

Peyama Mazlûm Ebdî wiha ye:"Em xemgîniyê bi gelê Kurd li Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge re parve dikin, ji ber şehadeta lehengên wan. Her wiha em sersaxiyê ji Serok Mesûd Barzanî, hemû rayedarên Herêmê û malbatên şehîdan re dixwazin. Bi hêviya şîfayê ji bîrîndaran re."