Baqir Zûlqadar bû sekreterê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê

Mihemed Baqir Zûlqadar li şûna Elî Larîcanî wek sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê hate erkdarkirin.

Baqir Zûlqadar bû sekreterê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê
24 adar, 2026   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê serokkomarê Îranê yê kar û barên ragihandinê, bi rêya platforma X’ê ragihand ku Mihemed Baqir Zûlqadar li şûna Elî Larîcanî wek sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê hatiye erkdarkirin.

Mihemed Baqir Zûlqadar berê di Artêşa Pasdarên Şoreşê ya Îranê de di meqamên fermandariyê de peywir girtibû û her wiha wek sekreterê Konseya Tesbîtkirina Berjewendiyan jî kar dikir.

Sekreterê berê yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî di 17’ê Adarê de di encama êrişeke Îsraîl-DYA’yê de hatibû kuştin.