Mazlûm Ebdî: Diyalog rêya bidawîkirina krîzê û pêşîgirtina vegera li navendîbûnê ye

Fermandarê giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî di Foruma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn – MEPS 2025ˊan de got diyalog, rêya yekane ya bidawîkirina krîza Sûriyeyê û pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin e.

Mazlûm Ebdî: Diyalog rêya bidawîkirina krîzê û pêşîgirtina vegera li navendîbûnê ye
Mazlûm Ebdî: Diyalog rêya bidawîkirina krîzê û pêşîgirtina vegera li navendîbûnê ye
Mazlûm Ebdî: Diyalog rêya bidawîkirina krîzê û pêşîgirtina vegera li navendîbûnê ye
Mazlûm Ebdî: Diyalog rêya bidawîkirina krîzê û pêşîgirtina vegera li navendîbûnê ye
Mazlûm Ebdî: Diyalog rêya bidawîkirina krîzê û pêşîgirtina vegera li navendîbûnê ye
19 mijdar, 2025   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî di Foruma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn-MEPS 2025ˊan a li Dihokê de got Sûriye gihaşt qonaxekê ku êdî cihê şer lê nîn e û diyalog rêya yekane ya bidawîkirina şer e.

Ebdî diyar kir ku nebûna diyalogê yek ji sedemên hilweşîna rejîma Baasê bû û got QSD û Rêveberiya Xweser rojekê jî şer hilnebijart, lê li ser wan hat ferzkirin, pêdiviya Sûriyeyê ya îro bi şer pêk nayê, lê bi rêya dan û standinên neteweyî yên berfireh pêk tê.

‘PEYMANA 10ˊÊ ADARÊ RÊ LI BER PARÇEBÛN Û ŞERÊ NAVXWEYÎ GIRT’

Ebdî aşkera kir ku peymana 10ˊê Adarê rê li ber hewlên parçekirina Sûriyeyê û rûdana şerê navxweyî girt û da zanîn ku pêvajoya diyaloga heyî rûbirûyî astengiyên mezin e, wekî nebûna baweriyê di nava her du aliyan de, berdewama xeteriyên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, tedbîrên hikumetê yên dûrxistina aliyên cuda, pêkneanîna mijara vegera koçberan li warên xwe mîna koçberên Efrînê.

Ebdî diyar kir ku dikare vîna siyasî ya bicihanîna peymana 10ˊê Adarê bi ser bikeve, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî vê vînê ye û ji hikumeta veguhêz a Sûriyeyê xwest gavan biavêje.

PEYAMA JI DEWLETA TIRK RE: EM XETEREYÊ LI SER WE ÇÊNAKIN

Ebdî destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser û QSDˊê bi hemû saziyên xwe tu xetereyekê li ser tu aliyekî çênakin û peyamek da Tirkiyeyê û got: "Em ji cîranê xwe Tirkiyeyê dixwazin ku saziyên me yên leşkerî, rêveberî û ewlehî li ser xwe gef nebîne. Ev saziyên aştî û ewlehiyê ne."

Ebdî anî ziman ku civaka navneteweyî "derfeteke nû ya diyalogê" dide Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser jî ji bo serxistina vê derfetê amade ye rola xwe pêk bîne.

‘PÊŞDEÇÛNA DOSYAYÊN EWLEHÎ Û LEŞKERÎ’

Têkildarî rêveçûna dan û standinên peymana 10ˊê Adarê, Ebdî got li gel giraniya rêveçûnê lê xebat hîna didome, di dosyayên leşkerî û ewlehiyê de pêşketinên mezin çêbûn, tenê “hûrgiliyên dawîn” mane ku bi fermî werin ragihandin û her du alî îmze bikin.

Ebdî li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye bipêşxistin jî got: "Pêvajoya aştiyê ya ku ji hêla Rêber Apo ve li Îmraliyê hatiye destpêkirin ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn derfetek e. Em piştgiriyê didin vê pêvajoyê.”

Ebdî anî ziman ku dosyayên girêdayî rêvebirinê û şêweya wê, hîna tên nîqaşkirin. Ebdî got Sûriye wekî berê nabe û pergala wê nabe navendî.

(fr)

ANHA