Kongra star ji bo malbata Berîvan Kutlu sersaxî xwest

Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî ji malbata çalakvana TJA’yê û hevşaredara berê ya Cizrê Bêrîvan Kutlu ku koça dawî kiribû, xweset.

Kongra star ji bo malbata Berîvan Kutlu sersaxî xwest
19 mijdar, 2025   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) û hevşaredara berê ya Cizrê Bêrîvan Kutlu, li Edeneyê ya Tirkiyê jiyana xwe ji dest dabû.

Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ji malbata Bêrîvan kurtlu re sersaxî xwest.

Berîvan Kutlu di 1982’yan de li Şirnexê hatiye dinê. Di 92’yan de cihê di xebatên siyasî da de girt. Di 2014’an de bû hevşaredara bajarokê Dêrgûlê yê Şirnexê û di 2019’an de da jî bû hevşaredara Cizîrê.