Mamosteyên Kobanê: Divê hemû biranş bi zimanê Kurdî werin dayîn

Li ser biryara ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê de derheqê xwendina bi zimanê Kurdî de, mamosteyên Kobanê daxuyanî dan û gotin ku divê hemû biranşên wan bi zimanê Kurdî bên dayîn.

Mamosteyên Kobanê: Divê hemû biranş bi zimanê Kurdî werin dayîn
29 tebax, 2026   13:28
KOBANÊ

"Îro mamosteyên bajarê Kobanê, daxuyaniyek têkildarî biryara wezareta perwerdeyê ya Sûriyeyê ya di derheqê Zimanê Kurdî de ku di hefteyê de tenê çend wane were dayîn, li dibistana şehîd Seydo ya bajarê Kobanê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê mamosteya zimanê Kurdî Îlham Misko ve hat xwendin.

Daxuyaniya mamosteyan wiha ye:

Em biraya dawî ya ji bo ku zimanê kurdi di warê perwerdeyê de bi awayeki berfirehtir ü sazûmanî cih bigire, ji bo hemû kesên ku bi salan e di vî wari de ked dane, wekî pêşketineke giring dibinin.

Di serî de, em spasîya hemû kes ü saziyan dikin ku beşdarî vê pêvajoyê bûne, ked dane û ji bo ku kurdî di warê perwerdeyê de zêdetir cih bigire hewl dane dikin.

Cihdayina kurdî di minhacê perwerdeyê de ji bo hem zarokên kurd bikarin bi zimanê xwe re

têkiliyeke xurtir deynin û hem jî zimanê me di sazîyên perwerdeyê de zêdetir cih bigire, bêguman gaveke erêni ye.

Lê, di vê mijarê de divê em balê bikêşin li ser çend xalan:

Hînkirina zimanê kurdi wekî çend satan di hefteyê de û misogerkirina mafê kurdan ya

perwerdeya bi zimanê dayikî ne heman tişt in.

Em vê gavê ne wekî dawîyekê, lê wekî destpêka siyaseteke zimanî û perwerdeyê ya berfirehtir dibînin.

Kurdî ne zimanek e ku divê wekî zimanekî bîyanî an jî bijarte were hînkirin. Kurdî zimanekî zindî ye ku dirok, çand, bîra civakî û nasnameya kurdan hildigire. Ji ber vê yekê, sînordarkirina hebûna zimanê kurdî di perwerdeyê de bi çend satan û bi hilbijartina çend dersên bijarte, hêvî û daxwaza rewa ya civaka kurd ya derbarê perwerdeya bi zimanê dayikê de bi tevahî pêk nayîne.

Standardên navneteweyî yên mafên mirovan û perwerdeyê jî giringîya bikaranîna zimanê dayikê di perwerdeyê de bi zelalî nîşan didin. Di rêkeftina Neteweyên Yekbûyî ya derbarê mafên kêmîneyan de tê destnîşankirin ku divê, derfetên têrker ji kêmîneyan re bên dayin da ku zimanê xwe yê dayikê hîn bibin an jî bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin. UNESCO jî tekez dike ku perwerdeya xwendekaran bi zimanê ku herî baş dizanin, ji bo hînbûn û wekhevîya di perwerdeyê de giring e û piştgirîyê dide perwerdeya pirzimanî ya ku li ser bingehê zimanê dayikê ye.

Ji ber vê yekê, daxwaza me zelal e. Em ne tenê dixwazin kurdi di perwerdeyê de cih bigire; em dixwazin mafê perwerdeyê bi zimanê kurdî were misogerkirin.

Bi taybetî li Cizirê, Kobanê, Efrînê û herêmên din ên ku nifüsa kurdan lê zêde ye, divê pergalek were avakirin ku zarok bikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin.

Di heman demê de,  pirzimanî û pircandi ya avahîva civakî ya Süriyeyê rastiyek e. Ji ber ve yekê, daxwaza me ne paşguhkirina zimanekî din an ji civakeke din e.

Modela ku em dixwazin, pergaleke perwerdeyê ya pirreng, demokrafik û hevgirti ye ku civaken weki ereb, kurd, suryan ü yên din ku li Sürîyeyê ne, bikarin zimanê xwe yê dayikê biparêzin ü pê perwerdeyê bibînin.

Perwerdeya zarokên kurd ya bi zimanê kurdi ne dijberî perwerdeya zarokên ereb ya bi erebî ye.

Berevaji, modela perwerdeya ku ziman û nasnameyên cuda tê de bi awayeki wekhev tên nasin dê avakirina civakeke hevpar a Süriyeyê xurtir bike.

Em gavên ku di salên borî de hatine avêtin ji bo ku civakên cuda bikarin bi zimanên xwe yê dayikê xwe îfade bikin û perwerdeyê bibînin, bi nirx dibînin. Lê em bawer dikin ku di qonaxa îro de dem hatîye ku em derbasî qonaxeke pêşdetir bibin.

Ji ber vê yekê, em birara heyî wekî destpêkeke erêni pêşwazî dikin, lê wê têrker nabînin.

Divê li herêmên ku kurd bi girseyî lê dijîn statûya kurdi ji hînkirina kurdi wekî dersekê ber bi

misogerkirina wi wekî zimanê perwerdeyê ve were gebülkirin.

Ji ber ku mijar ne tenê ew e ku di hefteyê de çend satan, dersên kurdî bê dayîn.

Mesele ew e ku zarok dê bi kîjan zimanî dest bi jîyana xwe ya perwerdeyê bikin, zanînê bi kîjan zimanî bi dest bixin û di navbera nasnameya xwe û pergala perwerdeyê de çawa têkilîyekê ava bikin.

Em perwerdeya bi zimanê dayikê ne weki îmtîyazekê, lê wekî pêdivîyeke xwezayî ya wekhevî, dadmendi, rûmeta mirovî û mafên zimanî dibînin.

Ji ber vê yekê, em dixwazin ku di pêvajoya pêş de statûya kurdî di perwerdeyê de hîn bêhtir were xurtkirin; mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi garantîyên destûrî, qanûnî û sazûmanî

were parastin & di vê mijarê de bi nûnerên civaka kurd, perwerdekar, pisporên zimanî ü saziyên têkildar re pêvajoyeke berfireh a şêwirê were destpêkirin.

Em gava ku hatîye avêtin giring dibînin.

Lê armanca me ne tenê ew e ku kurdî li dibistanê were hînkirin; armanca me ew e ku zaroken me bikarin bi kurdi perwerde bibin.

Û em bawer dikin ku:

Sûriyeya ku lê kurdî, erebî, suryanî û zimanên din bi azadî bijîn û hebûna xwe bidomînin; dê

Sûrîyeyeke demokratîktir, dadmendtir û bihêztir be."

(ekib)

ANHA