Lêkolînek li Qamişlo: Fikarên jinan ên li ser maf û parastinê zêde dibin

Lêkolîneke ku ji hêla Navenda Lêkolînê ya Rojava ya li ser Parastina Mafên Jinan û Zarokan li Qamişlo û deverên derdora wê di sala 2026`an de hatiye kirin, eşkere kir ku jinên ku lêkolîn lê hatiye kirin bawer dikin ku krîza aborî, guhertinên siyasî û yasayî yên dawî, digel şer, koçberî û xizanî, sedemên bi hev ve girêdayî ne ku bandorê li jiyana jinan dikin û fikarên wan ên li ser siberoja maf û mekanîzmayên wan ên parastinê zêde dikin.

Lêkolînek li Qamişlo: Fikarên jinan ên li ser maf û parastinê zêde dibin
29 tebax, 2026   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Lêkolîneke ku ji hêla Navenda Lêkolînê ya Rojava ya li ser Parastina Mafên Jinan û Zarokan li Qamişlo û deverên derdora wê di sala 2026an de hatiye kirin, ku hevpeyvînên bi nêzîkî 600 jinan re têde hene, eşkere kir ku krîza aborî, guhertinên siyasî û yasayî, şer, koçberî û xizanî Sedemên bi hev ve girêdayî ne ku fikarên jinan li ser maf û pêşeroja wan zêde dikin.

Lêkolînê nîşan da ku piraniya beşdaran bawer dikin ku zêdebûna lêçûnên jiyanê û xirabûna rewşa aborî, digel guhertinên siyasî yên li Sûriyeyê, nezelaliya di derbarê siberoja jinan de, bi taybetî di derbarê saziyên jinan û mekanîzmayên parastinê yên ku di salên dawî de hatine damezrandin, zêde kiriye.

Li gorî lêkolînê, sala 2014`an di rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xalek werçerxê nîşan da, bi derxistina qanûnan û avakirina sazî û mekanîzmayên jinan ji bo destwerdana di rewşên tundûtûjî û pirsgirêkên malbatê de. Beşdarên lêkolînê diyar kirin ku van tedbîran hişmendiya jinan a li ser mafên xwe û hesta wan a parastinê xurt kiriye û bûye sedema kêmkirina hejmara dozên tundûtûjiya navmalî yên ku li derveyî sînorê saziyên pispor mane.

Ji destpêka Çileyê heta nîvê sala 2026`an, Malên  Jinan li Qamişlo 240 doz û pirsgirêk tomar kirine, ku ji wan 109 hatine çareserkirin û 30 doz ji dadgehê re hatine şandin. 153 doz bi nakokiyên di navbera jin û mêran de, di nav de dozên tundûtûjî û pirsgirêkên malbatê, ve girêdayî bûn, di heman demê de 5 doz bi pirjiniyê ve girêdayî bûn. Lêkolînê her wiha zextên aborî bi tundiya navmalî ve girêda û destnîşan kir ku bêkarî, bihabûna zêde û windakirina dahatê dikarin aloziyê di nav malbatan de zêde bikin û ji bo jinên ku ji hêla darayî ve girêdayî mêran in, derfeta derketina ji hawîrdorên destdirêjker an destpêkirina jiyanek serbixwe dijwartir dike.

Lêkolînê li ser Danezana Destûrî ya Sûriyeyê ya ku di Adara 2015`an de hatî weşandin sekinî û diyar kir ku hin bendên wê pirsên li ser siberoja qanûnên têkildarî zewac, jinberdan, rewşa kesane û parastina zarokan derdixin holê, di nav tirsa vegera hin newekheviyên ku berî 20141`an hebûn. Her wiha belavbûna gotegotan di derbarê siberoja beşdariya jinan di jiyana giştî, tevgera wan û cilên wan de hatiye belgekirin. Hat gotin ku ev gotin hîn nehatine bicîhanîn lê rewşek fikar û nezelaliyê nîşan didin.

Lêkolînê encam da ku tirsên jinan ne tenê bi îhtîmala ku rastî tundiyê werin ve sînordar in, lê windakirina maf û destkeftiyên wan ên qanûnî û civakî û hilweşîna sazî û mekanîzmayên parastinê yên ku di salên dawî de hatine damezrandin jî cihê tirsê ye.

(k)

ANHA