Li Bakurê Kurdistanê bîranîna girseyî ya gerîllayan berdewam dike

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiye ji bo şervanên azadiyê ên ku dem û cihên cuda şehîd bûne konên sersaxiyê hatine vekirin, îro bi bîranîna ku li Nisêbîn were li dar xistin ve dawî dibe.

Li Bakurê Kurdistanê bîranîna girseyî ya gerîllayan berdewam dike
Li Bakurê Kurdistanê bîranîna girseyî ya gerîllayan berdewam dike
Li Bakurê Kurdistanê bîranîna girseyî ya gerîllayan berdewam dike
Li Bakurê Kurdistanê bîranîna girseyî ya gerîllayan berdewam dike
Li Bakurê Kurdistanê bîranîna girseyî ya gerîllayan berdewam dike
Li Bakurê Kurdistanê bîranîna girseyî ya gerîllayan berdewam dike
29 tebax, 2026   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) ji bo şehîdên tevgera azadiye ku di dîrok û cihên cuda de şehîd bûne konên sersaxiyê hatine vedan. Îro bi bîranîna ku ji bo gerîllayan li Nisêbînê were li dar xistin ve şînên ku girseyî dawî dibe.

Konên sersaxiyê û bîranînên girseyî li Amedê û navçeyên wî yên wek Rêzan, Xana Axpar, Bismil, Farqîn û Peyas, li Stenbol û navçeyên Bagcilar, Başakşehîr û Sancaktepe, li Wanê û navçeya Edremît, li navçeya Gever a Colemêrgê, li navçeya Cizîr a Şirnexê û navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatine li dar xistin.

Duh seat 18:00’an de li Cizîrê bernameya bîranînê ve şîna girseyî xilas bû û îro jî li Nisêbînê wê seat 18:00’an de bernameya bîranînê were li dar xistin. Bi bernameya bîranînê ya Nisêbînê wê sersaxî û bîranînên girseyî îro xilas dibe.

Tê payîn ku wê di rojên pêş me de wê nasnameyên şehîdên di dem û cihên cuda de şehîd ketine were eşkere kirin.

ANHA