Mamosteyan rewşa perwerdeyê û astengî gotûbêj kirin

Mamosteyên Holê rewşa perwerdeyê ya li bajar û gundan, her wiha astengiyên li pêşiya xebata wan bi Desteya Perwerdeyê re parve kir. Desteyê destnîşan kir ku başkirina rewşa perwerdeyê li Holê yek ji armancên wan ên pêşîn e.

Mamosteyan rewşa perwerdeyê û astengî gotûbêj kirin
Mamosteyan rewşa perwerdeyê û astengî gotûbêj kirin
Mamosteyan rewşa perwerdeyê û astengî gotûbêj kirin
Mamosteyan rewşa perwerdeyê û astengî gotûbêj kirin
Mamosteyan rewşa perwerdeyê û astengî gotûbêj kirin
Mamosteyan rewşa perwerdeyê û astengî gotûbêj kirin
Mamosteyan rewşa perwerdeyê û astengî gotûbêj kirin
Mamosteyan rewşa perwerdeyê û astengî gotûbêj kirin
12 gulan, 2025   13:45
HESEKÊ

Navenda Perwerdeyê ya bajarê Holê bi armanca şîrovekirina rewşa perwerdeyê li bajar û gundewarê wê, astengiyên li pêşiya xebatê û guhdarkirina pêşniyaran civînek li dar xist.

Civîn li Dibistana Navîn a bajarokê Um Hicêrayê bi beşdariya xebatkarên qada perwerde û fêrkirinê, nûnerên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya  Kantona Cizîrê hat lidarxistin.

Di civînê de cîgirê hevserokên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Feysel Xidir bal kişand ser girîngiya perwerdeyê wekî bingehekî sereke yê avakirin û pêşxistina civakê û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşxistina asta kadroyên fêrkirinê û avakirina hawirdoreke guncaw ji xwendekaran re stratejiyeke sereke ye."

Feysel Xidir anî ziman ku deste ji nêzîk ve astengiyên li pêşiya mamosteyan dişopîne. Piştre mafê axaftinê da mamosteyan ku pêşniyarên xwe yên bi armanca derbaskirina astengiyan û başkirina proseya perwerdeyê parve bikin.

Di nirxandinên mamosteyan de kêmbûna xizmetên sereke wekî ava vexwarinê, kêmbûna sotemeniyê, kêmbûna mase û kursiyan, her wiha lawazbûna binesaziya hin dibistanan bi taybet li gundan wekî astengî li pêşiya xebata fêrkirin û perwerdeyê hatin diyarkirin.

Pêşniyariyên di civînê de hatine kirine wekî not hatin tomarkirin û ji desteyê re hatin şandin da ku li gorî derfetan li ser bisekine.

Nûnerên desteyê diyar kirin ku başkirina rewşa fêrkirinê li bajar û gundên Holê yek ji armancên wan ên pêşîn e. Her wiha destnîşan kirin ku planên wan ên ji bo başkirina xizmetan û pêşkêşkirina desteka pêwîst ji bo dibistan û mamoseyan hene.

(bb)