Daxuyanî û peyamên der barê encamnameya Kongreya PKK’ê de

Encamnameya kongreya 12’emîn a PKK’ê ku îro hat eşkerekirin, di rojeva cîhanê de cih girt. Li Tirkiye û Kurdistanê jî gelek kesan li ser daxuyaniyê peyam dan.

Daxuyanî û peyamên der barê encamnameya Kongreya PKK’ê de
12 gulan, 2025   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro encama danezana kongreya xwe ya 12’emîn eşkere kir. Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKK’ê fesix kir, têkoşîne çekdarî û karên bi navê PKK’ê têne kirin hemû bi dawî kir. Kongreyê şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ragihand.

Encamnameya kongreyê di rojeva cîhanê de cih girt. Li Tirkiye û Kurdistanê jî gelek kesan li ser encamên kongreyê peyam dan.

Parlamentera Keskan a Awûstûryayê Bêrîvan Aslan di daxuyaniya xwe ya li platforma dîjîtal a medya X’yê de, diyar kir ku divê desthilatdariya AKP'ê piştî biryarên Kongreya 12’emîn a PKK'ê pêngavan bavêje.

Bêrîvan Aslan wiha got, "Ev gaveke dîrokî ye, lê bi tenê destpêkek e. Pêngavên piştî wê pêk bên gelekî girîng e. Hewcedariyên aştî ji agirbestê bêhtir e. Pêwîstiya me niha bi diyaloga siyasî, wekhevî û tevlîbûnê heye. Aştî qurfbar e. Niha dora Erdogan e! Divê dewleta Tirk berpirsyariyên xwe bicih bîne û firsenda lihevkirineke rasteqîn ji dest bernede!"

BAKIRHAN: LI PÊŞIYA AVAKIRINA TIRKIYEYÊ ÊDÎ TI HINCETÊN NEMA

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan piştî daxuyaniya PKK'ê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Bakirhan got, "Kongre li Tirkiyeyê pîroz be. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeyeke demokratîk êdî ti hincet nema. Em Hêvîdar in ku em ê vê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bikin."

BARZANÎ: GEŞEDANEKE DÎROKÎ YE

Serokê Herêma Federal a  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryarên Kongreya PKK’ê weke ‘’geşedaneke dîrokî’’ pênase kirin û ev peyam da “Em piştgiriyê didin biryara PKK’ê ya xwefesixkirin û danîna çekan û guhdana wê ya banga birêz Ocalan dikin û wê wekî gaveke çarenûsî dibînin ku rûpeleke nû li herêmê vedike. Ev gav nîşana pêgihiştina siyasî ye û rê ji diyalogeke rastîn re vedike ku bihevrejiyanê û aramiyê li Tirkiye û seranserê herêmê xurt dike.

Niha dema wê ye û çavên hemûyan lê ye ku ev gava girîng bi gavên din ên erênî û pêwîst yên hemû aliyên têkildar bê bersîvdan. Ev zemîneke rast û dirust tîne holê û dibe bingeha aştiyeke mayînde û tevahî ku dawiyê li dehan salên tundî, êş û janan tîne û herêmê ber bi asoyeke nû ya bipêşketinê ve dibe. Her wiha em hemû amadebûna xwe diyar dikin ji bo berdewamiya pêşkêşkirina hemû awayên alîkarî û hevkariyê ji bona serkeftina vê derfeta dîrokî.”

BAYHAN: DIVÊ DAXWAZÊN DEMOKRATÎK ÊN GELÊ KURD BÊNE QEBÛLKIRIN

Parlamenterê Stenbolê yê EMEP'ê Îskender Bayhan diyar kir ku daxuyaniya fesixkirinê ya PKK'ê girîng e û got, "PKK'ê xwe fesix kir. Ji aliyê xwe ve çek bêdeng kir. Lê belê divê destpêkê operasyon bêne rawestandin û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd bêne qebûlkirin."

DAXUYANİYA EFKAN ALA

Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala li ser hesaba xwe ya platforma medyaya dijîtal Xê têkildarî danezana Kongreya 12emîn a PKK’ê daxuyanî da. Ala got ku qonaxeke pir girîng derbas kirine.

Ala destnîşan kir ku bi biryara PKK’ê re qonaxeke pir girîng hatiye derbaskirin û derbasî qonaxeke nû ya girîng bûne. Ala wiha got: “Di vê qonaxa girîng de, dê mekanîzmayên têkildarî xebatan û birêvebirina pêvajoyê de çawa pêwîst bike dê wisa bên xebitandin.” YNK'ê piştgirî da biryara PKK'ê

Berdevkê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Saadî Ahmed Pîre biryarên kongreya 12'emîn a PKK'ê nirxand.

Pîre diyar kir ku biryara PKK'ê ya ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya PKK'ê û xwe fesixkirinê, ji bo dewamkirina rabirdûya xwişk û biratiya Tirk-Kurdan 'gaveke erênî' ye.

SOLDEP: TÊKOŞÎNA MEZIN NIHA DEST PÊ DIKE

Partiya Sosyalîstan (SOLDEP) li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal der barê mijarê de peyamek parve kir û got: "Niha wextê mezinkirina têkoşîna aştî û demokrasîyê ye.”

Di berdewamiya peyamê de wiha hate gotin: "PKK’ê Kongreya 12’emîn pêk anî û di encamnameyê de ji raya giştî re rave kir ku dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî aniye. Ev rewş ji bo aştiyê firsendeke dîrokî ye. Ji bo nirxandina vê firsendê divê em li hebûn û daxwaza neteweya Kurd xwedî derkevin. Ev xwedî derketin û têkoşîn bi famkirina aştiyê ve pêkan e. Ji bo vê yeke demildest divê gavên hiqûqî û siyasî were avêtin. TBMM û rêxistinên siyasî jî divê ji bo aştiyê înîsiyatîfê li xwe bigirin."

Bi domdarî SOLDEP'ê diyar kir ku divê rêya beşdarbûna siyasetê were xurtkirin û wiha got: "Ji bo aştiyê divê gavên pêwîst werin avêtin. Mafên desteserbûyî, girtiyên nexweş û heta siyasetmedaran divê gavên hiqûqî bên avêtin. Wek kesên sosyalîst ji bo aştiyê em erken xwe dizanin û em aşkera dikin ku di dahatûyeke azad de em ê ji bo aştiyê berpirsiyariyê li xwe bigirin. Em bangî hemî kesên şoreşger û raya demokratik dikin ku ji bo aştiya civakî têbikoşin. Têkoşîna mezin niha dest pê dike.”