Mamosteyan li Tartûsê biryarên hikumetê protesto kir

Bi sedan mamoste li Tartûsê ji bo protestokirina biryara Hikûmeta Demkî ya vegerandina wan bo deverên wan ên berê û astengkirina nûkirina girêbestên wan, çalakiyek li dar xist.

Mamosteyan li Tartûsê biryarên hikumetê protesto kir
1 sibat, 2026   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hember biryara Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Demkî ya der barê vegerandina mamosteyan bo deverên ku berê lê dixebitîn û astengkirina nûkirina girêbestên wan ên mamostetiyê, bi sedan amosteyan li Trtûsê îro çalakiyek li dar xist.

Mamosteyan pankartên ku biryarê şermezar dikirin bilind kirin, li ser pankartan ev nivîs hebûn: "Na ji biryara neheq re… Em ne daxwaza zêdekirina mûçeyan dikin, lê daxwaza ewlehiya kar dikin."

Mamosteyan diyar kirin ku ew xwedî ezmûna mamostetiyê û bawernameyên zanîngehê yên pispor in. Her wiha tirsa xwe anîn ziman ku ew rastî zextê werin da ku ji karê xwe istifa bikin yan jî  li deverên dûr û mûçeyên kêm kar bikin.

(k)