Mamoste û xwendekarên li Dirbêsiyê: Perwerdeya bi zimanê kurdî mafê me ye

Mamoste û xwendekarên li bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku ew her biryarek ku perwerdeya bi zimanê kurdî sînordar dike, napejirînin. Her wiha diyar kirin ku ziman nasname û hebûna gelê Kurd e û xwendina bi kurdî mafekî bingehîn e.

Mamoste û xwendekarên li Dirbêsiyê: Perwerdeya bi zimanê kurdî mafê me ye
20 gulan, 2026   05:55
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Mamoste û xwendekarên li bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku ew her biryareke ku perwerdeya bi zimanê kurdî sînordar dike, napejirînin.

Mamosteya bi navê Emîra Silo mamosteya li Dibistana Şehîd Roza Cûdî diyar kir ku zimanê kurdî nasnameya çandî û neteweyî ya gelê Kurd e. Emîrayê got hikumeta demkî tenê zimanê erebî wek zimanê fermî nas dike û mafên wan ên tevahî nade zimanên din lê zimanê kurdî û zimanên din nas nake. Her wiha da zanîn ku hîn biryareke zelal der barê siberoja perwerdeya bi zimanê kurdî de tune ye, ji bilî biryara veqetandina tenê 2 demjimêran di rojê de ji bo fêrbûnê ku ev yek ji hêla dê û bav, mamoste û xwendekaran ve nayê pejirandin.

Mamoste Emîra Silo diyar kir ku hin xwendekaran dîplomeyên xwe yên lîseyê temam kirine û ji zanîngehan bi zimanê kurdî mezûn ber çûne, ev tê vê wateyê ku piraniya perwerdeya wan bi kurdî bû, lewma guhertina ji nişka ve ya pergala perwerdehiyê, ku bi tevahî Erebî be, dê ji bo xwendekarên kurdî zehmetiyên mezin derxîne.

Mamoste Emîra wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Sûriyeya nû bêyî naskirina hemû pêkhate û zimanên wan yên cihêreng nikare aramî an serkeftinê bi dest bixe. Pejirandina pergalek ku tenê Erebî nas dike û zimanên din paşguh dike dê welêt ber bi krîzên din ve bibe."

Mamoste Zerga Mihemed destnîşan kir ku zimanê kurdî ji bo gelê Kurd nirxekî pîroz e ku bi salan têkoşîn kiriye û gelek qurbanî dane da ku wê û axa xwe biparêzin. Zergayê diyar kir ku ew ê têkoşînê bidomînin û şopa şehîdan ji bo vî mafî bişopînin.

Zerga Mihemed diyar kir ku ew napejirînin ku rê li ber xwendekaran were girtin ku bi zimanê xwe yê kurdî bixwînin, ku ew 15 sal e bi kar tînin, bi taybet ji ber naskirina fermî ya zimanê kurdî û hebûna xwendekarên ku xwendina xwe li zanîngehên kurdî didomînin.

Di dawiyê de, Zerga Mihemed diyar kir ku gelê Kurd dê berdewam bike ku zimanê xwe biparêze û ji bo parastina mafê nifşên siberojê yên fêrbûna bi kurdî têkoşîn bike.

Mîrna Sîdo a xwendekareke Dibistana Şehîd Roza Cûdî li bajarê Dirbêsiyê, diyar kir ku zimanê kurdî nasnameya wan e û ew dixwazin xwendin û pêşkeftina xwe bi zimanê xwe yê dayikê bidomînin, di demekê de ku hikumeta demkî hewl dide erebî li şûna wî ferz bike.

Mîrnayê got: "Gelê Kurd ji bo parastina nasnameya xwe û mafê xwe yê fêrbûna bi kurdî qurbaniyên mezin dane."

Mîrna Sîdo diyar kir ku divê kurdî li hemû welatên ku Kurd lê dijîn zimanek fermî be, ji ber ku ew hebûn û nasnameya wan e. Her wiha pabendbûna xe a ji bo berdewamiya perwerdeya bi zimanê dayikê, heta li ser asta zanîngehê jî, anî ziman.

Di dawiyê de, Mîrna Sido bang li gelê Kurd kir ku têkoşîna xwe ji bo misogerkirina mafê nifşên siberojê yê fêrbûna bi zimanê kurdî û parastina nasname û çanda kurdî bidomîne.

(k)

ANHA