Malbenda Heleb a Rewşenbîrî sibebuhêrkeke helbestî organîze kir

Malbenda Heleb a Rewşenbîrî sibehbuhêrkeke helbestî li navenda xwe ya taxa Şêxmeqsûd li dar xist. Di sibehbuhêrkê de beşdaran helbestên li ser xerîbiyê, bêrîkirin û vegera li welat, xwendin.

Malbenda Heleb a Rewşenbîrî sibebuhêrkeke helbestî organîze kir
Malbenda Heleb a Rewşenbîrî sibebuhêrkeke helbestî organîze kir
Malbenda Heleb a Rewşenbîrî sibebuhêrkeke helbestî organîze kir
Malbenda Heleb a Rewşenbîrî sibebuhêrkeke helbestî organîze kir
Malbenda Heleb a Rewşenbîrî sibebuhêrkeke helbestî organîze kir
Malbenda Heleb a Rewşenbîrî sibebuhêrkeke helbestî organîze kir
Malbenda Heleb a Rewşenbîrî sibebuhêrkeke helbestî organîze kir
6 gulan, 2025   17:12
HELEB

Di çarçoveya rêzeçalakiyên çandî û rewşenbîrî yên pêşxistina nivîsandin, xwendin, xurtkirina zanîn û zanistê de, Malbenda Heleb a Rewşenbîrî sibehbuhêrkeke helbestî li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê organîze kir. Di sibehbuhêrkê de nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan amade bûn.

Di çalakiyê de endamên malbendê Mehmûd Bekir, Mudres Talelkî û Fatme Mihemed helbestên li ser êşa xerîbiyê, zehmetiyên pêkanîna azadiyê û bedelên ku ji bo wê tên dayîn û hêviya vegerê, xwendin.

(mh/fr)

ANHA