Gera 4'an a dan û standinên nukleerî yekşema bê dest pê dike

Rayedarekî Îranê ragihand ku gera 4'an a dan û standinên nukleerî yên di navbera Îran û DYA’yê de wê roja yekşemê li bajarê Mesqetê yê paytexta Umanê pêk were.

Gera 4'an a dan û standinên nukleerî yekşema bê dest pê dike
6 gulan, 2025   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera nûçeyan a "Nour News" ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî Îranê, wê Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) gera 4’an a dan û standinên nukleerî li paytexta Umanê Mesqetê roja yekşemê li dar bixin.

Malperê anî ziman ku rayedarê navê xwe aşkera nekiriye daye zanîn ku ev dan û standin piştî 3 gerên şêwirê yên di mehên dawîn de, pêk hat û di van geran de dozên mirovî û hin metirsiyên ewlehî yên her du aliyan rojevên sereke bûn.

Girêdayî wê, berdevka hikumeta Îranê Fatme Muhaciranî gotibû "xetên sor" ên Îranê yên di dan û standinan de zelal in û nayên guhartin.

Muhaciranî diyar kiribû ku Îranê pabendiya xwe bi pêvajoya dîplomasî ragihand û ew yek bi rêya beşdariya di gelek gerên dan û standinan de îsbat kir. Muhaciranî anîbû ziman ku divê aliyê din cidiyeta helwestên xwe nîşan bide, her wiha cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê rexne kiribû û ew ceza bi "terora aborî û binpêkirina mafên mirovan" bi nav kiribû.

(mh/fr)