Îsraîlê li paytexta Yemenê xist
Îsraîlê yekemcar beriya ku êrişê li Yemenê bike hişyariya 'veguhestina sivîlan' da û piştî demeke kurt êriş bir ser Sanayê.

Li gorî nûçeya AFP'ê ku agahiyên xwe dispêre medyaya Hûsiyan, Îsraîlê êriş bir ser paytext Sanayê.
Li gorî rojnameya Îsraîlê Maarîvê jî, Îsraîlê yekemcar beriya li Yemenê êrişekê bike, daxuyaniyek da raya giştî û hişyarî da.
Di nûçeyan de hate ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Natanyahû ji bo valakirina balafirgeha Sanayê banga lezgîn kir û yekser çû biryargeha leşkerî ya Kirya ya li Tel Avîvê.
Di nûçeyên medya Hûsiyan de hate gotin, demeke kurt piştî vê hişyariyê Sana hate bombekirin. Agahiyên berfireh li ser êrişê bi dest neketin.