Malbatên şehîdan tev li serferberiyê bûn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî ragihand û diyar kir ku ew ê li kêleka QSDˈê destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Malbatên şehîdan tev li serferberiyê bûn
2 ÇILE, 2025   12:55
QAMIŞLO

Li ser banga serferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îlan kiribû, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê daxuyaniyek li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan da.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Hêvî Seyîd û endamê meclisê Mihyedîn Hesen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de peyama hevgirtin û piştgiriya bi QSDˈê re hate dayîn û hate gotin: "Em bi hev re destkeftiyên bi xwîna bi hezaran şehîdên leheng hatine bidestxistin, biparêzin."

Hate diyarkirin: "QSDˈê mertalê parastinê rûmeta tevahî pêkhateyên herêmê ji dagirker û çeteyan e. Em îro ji her demê bêtir piştgiriya xwe ya bêsînor a bi QSDˈê re nîşan didin. Em bi tundî hewldanên têkbirina ewlahiya herêmên me şermezar dikin. Ji bo parastina destkeftiyan em amade ne hemû hewldanan bikin."

Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên nîştimanî û demokrat hat kirin ku di rêzekê de li hemberî hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê bisekinin û piştgiriyê bidin QSDˈê.

Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana li Minbic û Bendava Tişrînê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê hat silavkirin.

(bb)

ANHA