Dîmenên îmhakirina  wesayîteke zirxî ya çeteyan

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Antîterorê (HAT), li rojhilatê bajarê Minbicê wesayîteke zirxî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker îmha kir.

Dîmenên îmhakirina  wesayîteke zirxî ya çeteyan
2 ÇILE, 2025   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê dîmenên îmhakirina wesayîteke zirxî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker weşandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8’ê Kanûna 2024ˈan ve êrişî herêmên Minbic, Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê dikin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û YPJˈê bersiva êrişan didin, bi dehan erebeyên zirxî, panzêr û pergalên raderê yên çeteyan îmha kirin.

Şervanan duh jî li Pira Qereqozaqê balafireke bêmirov a bi cureya Bayraktar TB2 a dewleta Tirk a dagirker xistibû.

(bb)