Li dijî 3 gundên Til Temirê êriş

3 gundên Til Temirê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

Li dijî 3 gundên Til Temirê êriş
2 ÇILE, 2025   13:11
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Siker El Îhêmer û Um El Kêf ên Asûriyan ên li rojavayê bajarê Til Temirê dane ber topan.

Nûçegihanê me da zanîn ku gundê Dirdara yê bakurê bajarê  jî tê topbarankirin.

Agahiyên zêdetir nehatin wergirtin.

 (bb)

ANHA