Malbatên şehîdan nerazîbûn nîşanî AVA TV'yê da

Meclisên malbatên şehîdan diyar kir ku sansurkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê AVA TV'yê ve, bêrêziya li hemberî sembol û nirxan e.

Malbatên şehîdan nerazîbûn nîşanî AVA TV'yê da
3 nîsan, 2026   14:43
HESEKÊ

Meclisa malbatên şehîdan ên bajarên Til Temirê, Hesekê û Dirbêsiyê têkildarî sansurkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê AVA TV'yê ve daxuyanî dan. Daxuyanî bi amadebûna malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî hat xwendin.

Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan li têketina rojhilat a bajar ji aliyê hevseroka meclisê Çinar Salih ve hat xwendin. Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji aliyê endama Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Xilûd Xelef ve hat xwendin. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Neda Hesen bi beşdariya bi dehan endaman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyan de sansurkirina wêneya Rêber Abdullah Ocalan di dema weşana bernameyekê ji aliyê kanala AVA TV ve hat şermezarkirin û hate gotin ev nêzîkatî binpêkirineke xeternak a li dijî sembolên neteweyî û têkoşîna gelê Kurd e.

Her wiha hate diyarkirin ku ev kiryar şaşiyeke ragihandinê nîn e, nîşaneya beşdariya siyasetên bi armanca çewisandina nasnameya gelê Kurd û têkbirina îradeya wî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Tarîkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan hedefkirina bîrdanka civakê ye û di vê pêvajoyê de ku yekrêzî hewce dike, ev nêzîkatî xizmeta berjewendiyên neteweyî nake."

Meclisan bang li rêveberiya AVA TV'yê kir ku lêborînê ji gelê Kurd û malbatên şehîdan bixwaze. Her wiha bang li çapemeniya kurdî kir ku bi rihê berpirsyariya neteweyî û pîşeyî kar bike û ji hewldanên derxistina parçebûnê û bêrêziyê li hemberî sembolên têkoşînê dûr bikevin.

Di dawiya daxuyaniyan de hate gotin, Rêber Abdullah Ocalan di wijdanê gel de bi kûrahî cih girtiye û hewldanên tarîkirinê dê doza ku ji bo wê têkoşînê dike, têk nebe.

(bb)

ANHA

DIRBASIYÊ

TIL TEMIR

HESEKÊ