Li Hemayê 2 ciwan hatin kuştin

Li gundewarên Hemayê 2 ciwanên ku li nav erdên xwe bûn, bi guleyên çekdaran hatin kuştin.

Li Hemayê 2 ciwan hatin kuştin
3 nîsan, 2026   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê El Beyad ê li rojavayê Hemayê, ciwanên bi navên Mihemed Hfiz El Elî û Yûsiv Mihemed El Elî ji aliyê çekdaran ve hatin gulebarankirin û di encamê de hatin kuştin.

Hate zanîn ku dema ku her du ciwan li nav erdên xwe yên çandiniyê bûne, êrişî wan hatiye kirin.