Malbatên şehîdan êrişa li ser pakrewangeha Şêxmeqsûdê şermezar kir

Meclisên malbatên şehîdan ên Eyn Îsa û Kobanê êrişa li dijî pakrewangeha Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û diyar kir ku êriş bêrêziya li hember şehîdan û cihê wan ê di wijdanê gelê Sûriyeyê de ye.

Malbatên şehîdan êrişa li ser pakrewangeha Şêxmeqsûdê şermezar kir
25 kanûn, 2025   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisên malbatên şehîdan ên bajarên Eyn Îsa û Kobanê yên kantona Firatê bi daxuyaniyan nerazîbûn nîşanî êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser pakrewangeha Şêxmeqsûd û Eşrefiyê da.

Daxuyanî bi qada kampa Girê Spî bi amadebûna bi dehan malbatên şehîdan ên li kampê hate dayîn û ji aliyê dayika şehîd Beşar, Hedal Hec Muslim ve hat xwendin.

Li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê jî daxuyanî bi beşdariya malbatên şeîhdan ji aliyê endama meclisê Hîba Mamo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyan de êrişa hêzên hikumeta veguhêz a li ser pakrewangeha Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku êriş binpêkirina pîroziyên olî ye, sûcekî exlaqî, nîştimanî ye û divê hesabê wê were pirsîn.

Di dewama daxuyaniyan hate destnîşankirin ku pakrewangeh ne cih an nîşaneyek ji rêzê ye, lê belê şahidê berdêlên ku keç û xortên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di oxira rûmet, welat û yekparbûna Sûriyeyê de dane.

Di daxuyaniyan de ev peyam hate dayîn: "Em soz didin ku wê xwîna şehîdan meşaleya azadiyê bimîne. Mîna van êrişan girêdana me bi rêgezên me û xeta me ya têkoşîna ji bo Sûriyeyeke yekbûyî, ya li ser esasê edalet û rêzdariya li rûmeta mirovan ve dûr nake."

(b)

ANHA