Festîvala Wêjeyê di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû

Festîvala Wêjeyê ya Kobanê ku bi dirûşma "Ji bo wêjeya ku dê pêşerojeke geş birêse" di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.

Festîvala Wêjeyê di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû
Festîvala Wêjeyê di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû
Festîvala Wêjeyê di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû
Festîvala Wêjeyê di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû
Festîvala Wêjeyê di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû
Festîvala Wêjeyê di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû
Festîvala Wêjeyê di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû
Festîvala Wêjeyê di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû
25 kanûn, 2025   14:44
KOBANÊ

Festîvala Wêjeyê ya Kobanê ya 3`yemîn ku bi dirûşma "Ji bo wêjeya ku dê pêşerojeke geş birêse" hatiye lidarxistin, îro di roja xwe ya sêyemîn de li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi dawî bû.

Festîval ji aliyê Weşanxaneya Ava ve, bi serpereştiya Desteya Çandê ya Kantona Firatê ji bo bîranîna nivîskar Zîlan Hemo hate birêxistinkirin.

Di festîvalê de bi dehan wêjevan, nivîskar, rewşenbîr, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan amade bûn.

Di roja sêyemîn a festîvalê de bi sernavê "Wêjeya berxwedanê di çavê cîhanê de" ji aliyê helbestvan Şadî Îsmaîl ve hate xwendin. Piştre Şadî Îsmaîl pirtûkên xwe îmze kirin.

Di dawiya festîvalê de serkeftiyên pêşbirkên festîvalê hatin xeatkirin û festîval di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.

(sş)

ANHA