Malbatên girtiyan derketin xwepêşandanê

Li Quneytîrayê malbatên girtiyan li pêşiya baregeha UNDOF’ê xwepêşandan bi rêxistin kir û daxwaz kir ku Îsraîl zarokên wan serbest berde.

Malbatên girtiyan derketin xwepêşandanê
7 îlon, 2026   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbatên girtiyên sûriyeyî yên di girtîgehên Îsraîlê de li pêşiya baregeha UNDOF’ê ya li Quneytîrayê derketin xwepêşandanê.

Malbatên girtiyan ji parêzgeha Quneytîrayê, Derayê û gundewarên rojavayê Şamê tev li xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê de wêneyên girtiyan rakirin.

Xwepêşandêran ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navneteweyî û aliyên hiqûqî daxwaz kir ku berpirsyar aqûbeta xizmên wan zelal bikin û garantiya mafên wan ên mirovî û qanûnî bidin.

(np)