Xwendekar û mamosteyên Kobanê ji bo mafê perwerdeya bi kurdî bang kir

Di roja duyem a sala xwendinê ya nû de, li Kobanê bertekên li hemberî biryara Wezareta Perwerdeyê berdewam dikin.

Xwendekar û mamosteyên Kobanê ji bo mafê perwerdeya bi kurdî bang kir
Xwendekar û mamosteyên Kobanê ji bo mafê perwerdeya bi kurdî bang kir
Xwendekar û mamosteyên Kobanê ji bo mafê perwerdeya bi kurdî bang kir
Xwendekar û mamosteyên Kobanê ji bo mafê perwerdeya bi kurdî bang kir
Xwendekar û mamosteyên Kobanê ji bo mafê perwerdeya bi kurdî bang kir
7 îlon, 2026   15:24
KOBANÊ

Li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya ku ji bo fêrbûna zimanê kurdî hefteyê 3 demjimêr veqetandine, îro li navçeya Şêranê ya Kobanê ji aliyê mamoste, xwendekar û malbatên xwendekaran ve daxuyaniyek hat dayîn.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê mamoste Alya Mistefa û bi zimanê erebî jî ji aliyê mamoste Emel Xelîl ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku zimanê dayikê nasname û hebûna neteweyî ye, lewma mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî û mirovî ye.

Mamoste û xwendekaran diyar kir ku "Sînordarkirina zimanê kurdî di sîstema pewredeyê de xizmeta hêviyên aştî, aramiya civakê û avakirina Sûriyeyeke nû û demokratîk nake.”

Di daxuyaniyê de bang li hemû  aliyên peywendîdar hat kirin ku vê biryarê betal bikin û sîstema perwerdeyê li ser bingeha wekhevî, pirrengî, pirzimanî û rêzgirtina li ber mafên hemû pêkhateyan, ji nû ve saz bikin.

 (ct/k)

ANHA