Di rojekê de li Tirbespiyê dûpişkan bi 7 kesan veda

Li bajarê Tirbespiyê û gundewarên wê dûpişkan bi 7 kesan veda. Li herêmê dermanê li dijî jehra dûpişkan peyda nabe.

Di rojekê de li Tirbespiyê dûpişkan bi 7 kesan veda
7 îlon, 2026   14:58
QAMIŞLO

Piştî guhertina rewşa hewayî, dûpişk êdî ji cihê xwe derdikevin û nêzî malan dibin.

Duh (6 Îlon) danê êvarê li bajarê Tirbespiyê ya herêma Cizîrê 3 rewşên vedana dûpişkan hatin tomarkirin ku ev yek di demekê de pêk tê ku dermanê li dijî jehra dûpişkan peyda nabe.

Têkildarî diyardeya derketina dûpişkan di vê demê de, pisporên li Tirbespiyê diyar kir ku dûpişk ji ber şert û mercên hewayî derdikevin ser rûyê erdê, li cihekî zuha wekî malan û cihê şînkahî digerin.

RÊKARÊN LEZGÎN JI BO ŞÊNIYAN

Bijîşkên pispor ên cihê xwe di Komîteya Tenduristiyê ya Tirbespiyê de digirin, da zanîn ku divê şênî tedbîrên xwe bigirin, rê li ber derketina dûpişkan di malê de bigirin, tiştên pêdiviya wan pê tune ye ji derdora malên xwe rakin, wekî tep, kevir û qûmên komkirî. Her wiha beriya lixwekirinê, li pêlav, cil û betaniyên xwe bigerin.

Ji ber ku xwarina sereke ya dûpişkan kêzik in, divê dermanên kêzikan jî bên bikaranîn. Di dema tevgera bi şev de divê her kes ronahiyê bi kar bîne.

Komîteya Tibî ya Tirbespiyê da zanîn ku di dema vedana dûpişkan de, divê şênî li gorî tedbîrên şaş tev negerin, divê cihê vedanê neyê vekirin û ew jehr bi dev neyê kişandin.

Komîteyê diyar kir ku divê cihê vedanê bi av û dermanê şûştinê were şûştin, li ser cihê vedanê paçekî sar were danîn û kesê hatiye pêvedan bi awayekî lezgîn sewqî nexweşxaneyê bikin.

(sb)

ANHA