Malbatên dîlgirtiyan ji bo azadiya zarokên xwe meşiyan

Malbatên dîlgirtiyan ji bo berdana dîlgirtiyên di zindanên hikumeta demkî ya Şamê de meşiyan.

Malbatên dîlgirtiyan ji bo azadiya zarokên xwe meşiyan
Malbatên dîlgirtiyan ji bo azadiya zarokên xwe meşiyan
Malbatên dîlgirtiyan ji bo azadiya zarokên xwe meşiyan
Malbatên dîlgirtiyan ji bo azadiya zarokên xwe meşiyan
Malbatên dîlgirtiyan ji bo azadiya zarokên xwe meşiyan
Malbatên dîlgirtiyan ji bo azadiya zarokên xwe meşiyan
Malbatên dîlgirtiyan ji bo azadiya zarokên xwe meşiyan
Malbatên dîlgirtiyan ji bo azadiya zarokên xwe meşiyan
4 gulan, 2026   12:36
KOBANÊ

Bi sedan malbatên dîlgirtiyan ji bo berdana zarokên xwe yên dîlgirtî li Kobanê meşek dirûşma "Em şehîd, dîlgirtî û windahiyên xwe dixwazin" li dar xist.

Meşê li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir. Di meşê de wêneyên dîlgirtiyan hatin hildan û dirûşmên "Em zarokên xwe dixwazin","Em esîrên xwe dixwazin","Em bi can û bi xwîn bi esîrên xwe re ne" berz kirin.

Meşê heta Qada Aştiyê dewam kir. Li wir deqeyekê rêz hat girtin, dûre endamê Fermandariya Leşkerî ya Kobanê Kanî Ehmed axivî û wiha got: "Di peymana di navbera Hezên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Şamê de yek ji bendan ew e ku divê hemû dîlgirtî werin berdan û vegerin nav malbatên xwe. Divê hikumeta demkî ya Şamê bersivê bide xwestekên malbatên dîlgirtiyan. Divê di demeke kin de hemû esîr werin berdan.”

Kanî Ehmed anî ziman ku ew di zûtirîn demê de serbestberdana hemû dîlgirtiyan dixwazin û divê hemû esîr vegerin nav malbatên xwe.

Meş bi dirûşmên "Em esîrên xwe dixwazin" bi dawî bû.

(sş)

ANHA