Malbatên 6 şehîdên êrişên dawîn: ′Netewe bi fedakariya şehîdan tên avakirin′

Malbatên 6 şehîdên êrişên dawîn, soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Kî welatan dixwaze fedakariyan pêşkêş dike. Netewe bi fedakariya şehîdan tên avakirin."

27 kanûn, 2023   18:40
QAMIŞLO

Îro bi hezaran şêniyên Qamişlo beşdarî merasîma sersaxiyê ya şehîdên êrişên dawîn bûn; Bêrîvan Mihemed, Riyad Hemo, Hisên Ehmed, Rênas Hisên, Ferhan Temê û Ferhan Xelef ên ku di 25'ê vê Kanûnê de di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Qamişlo de şehîd bûne. Merasîm li Yarîgeha 12'yê Adarê ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Di merasîmê de beşdar, saziyên sivîl, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyam xwendin.

′EM LI SER SOZA XWE NE′

Piştî xwendina wesîqeya şehadetê ya 6 şehîdan û radestkirina wan ji bo malbatên şehîdan, kurê xwişka şehîd Riyar, Kamîran Remo soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Bila Erdogan baş bizane ku em nayên têkbirin û armancên wî pêk nayên, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sûcên dewleta Tirk a dagirker têk naçe."

′KÊ WELATAN BIXWAZE DÊ XWÎNÊ BIDE′

Bavê şehîd Rênas, Hemîd Hisên jî wiha axivî: "Şehîd Rênas şehîdê gel e, ne yê yekem û ne yê dawîn e, yê ku welatan bixwaze dê xwînê bide."

Hisên di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan û têkoşînê li hember dagirker û êrişkerên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, da.

 ′SEKNA ME YA ÎRO TÊKOŞÎNA HERÎ MEZIN E′

Dotmama şehîd Bêrîvan, Hefîza Hisên helwesta gelê Qamişlo, berxwedan û têkoşîna wî silav kir û got: "Sekna me îro bi hev re têkoşîna herî mezin e, ji ber ku duh tevî ku balafirên dijmin li ser serê me digeriyan lê dîsa jî gel netirsiya û bi serbilindî şehîdên xwe oxir kirin, ev jî têkoşînek e."

Hefîza Hisên soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna aramî û azadiyê nû kir.

′FERHAN ŞEHÎDÊ 11'EMÎN Ê MALBATÊ YE′

Apê şehîd Ferhan û bavê şehîd Xwînrêj, Mihemed Zekî Temê got: "Şehîd Ferhan şehîdê 11'emîn ê malbatê ye. Dema ku em soza şopandina rêya şehîdan didin divê em xwedî li vê sozê derkevin û dîsa jî em bi navê malbata Temê ji 7 heta 70 saliyê soza şopandina rêya şehîdan didin."

Merasîm bi diruşmên "Şehîd Namirin" û sozdayîna şopandina rêya şehîdan bi dawî bû.

(mh)

ANHA