96 rêxistin û desteyên hiqûqî yên Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

96 rêxistin, desteyên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li NY′yê, tevahî deste û saziyên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan kir ku êrişên dewleta Tirk bi dawî bikin.

96 rêxistin û desteyên hiqûqî yên Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
27 kanûn, 2023   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

96 rêxistin, desteyên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê bangawaziyeke hiqûqî kir û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Di bangawaziya rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê de hate gotin hêzên dewleta Tirk a dagirker êrişeke hovane û berfireh li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya balafirên şer, bêmirov, top û hawinan pêk tîne, bi wê re qada hewayî û serweriya Sûriyeyê li gorî rêgez û pîvanên navneteweyî bin pê dike. Di êrişên dewleta Tirk de wêranî û zirarên mezin gihaştin binesazî, avahiyên stratejîk, navendên tenduristî, xizmetguzarî, mal û milkên taybet û giştî yên herêmê. Di encama wan êrişan de gelek welatî şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn.

Rêxistin û desteyên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê bang li NY′yê, tevahî deste û saziyên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan kir û ev bang kirin:

Qada hewayî ya herêmê li ber êrişên dewleta Tirk bê girtin.

Hêzên dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê vekişin.

Komîteyeke ji bo lêkolînkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bê avakirin.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên wê yên hiqûqî li hemberî êrişan rabin.

(fr)

ANHA