Rojnameyên erebî: Sûriye ber bi nezelaliya siyasî ve diçe

Hilweşîna rejîma Beşar Esed bala cîhanê ji alozî û şerê herêmê dûr xist. Dibe ku ev hilweşîn bandorê li rewşa Lubnanê bike, di heman demê de dibe ku li Sûriyeyê hevrikiya siyasî ya neyînî çêbe û rewşa welêt ne zelal be.

Rojnameyên erebî: Sûriye ber bi nezelaliya siyasî ve diçe
9 kanûn, 2024   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, behsa hilweşîna rejîma Beşar Esed û bandora wê li ser Lubnanê û geşedanên li Sûriyeyê kir.

PIŞTÎ HILWEŞANDINA ESED LI CÎHANÊ ŞOK

Rojnameya El Ereb behsa hilweşîna rejîma Beşar Esed kir û diyar kir ku cîhanê geşedanên şerê li herêmên dişopandin bê ka Îran dê çawa bersiva êrişên Îsraîlê bide û Îsraîl dê çawa bersivê bide. Heta sîstemên herî girîng ên îstixbaratî yên li herêmê jî anku yên Îranê û Îsraîlê, bi vê mijarê ve mijûl bûn. Lê plana Tirkiyeyê ku di derbeyekê de rejîma Sûriyeyê hilweşîne, her li paş perdeyê mabû.

BANDORA HILWEŞÎNA ESED LI SER LUBNANÊ

Rojnameya El Şerq El Ewset bal destnîşan kir ku hilweşandina rejîma Beşar Esed û veguhastina desthilatê li Sûriyeyê, Lubnanê ber bi qonaxeke siyasî ya nû ve dibe ku ji civîna parlamentoyê ya 9`ê Çileyê re mehek maye, da ku serokek were hilbijartin. Bêyî vê yekê navê Lubnanê dê nekeve rêza baldariya navneteweyî.

HEVRIKIYA SIYASÎ Û NEZELALIYA DESTHILATDARIYÊ

Rojnameya El Erebî El Cedîd nivîsî ku tê gumankirin ku li Sûriyeyê hevrikiya siyasî ya tund di navbera 2 koman de çêbe. Ya yekem a îslamî ye û ya duyem a sekuler e ku gelek alîgirên wê li Sûriyeyê nîn in. Ji ber ku Sûriye 60 salan di bin desthilatdariya yek partiyê de ma; Baas ku dirûşmên neteweperestiya erebî bilind dikirin û ew dirûşm bûn kirasê ku dewleta ewlehiyê xwe li paş vedişart û bû sedem ku jiyana siyasî, ramyarî û çandî bi dehên salan li welêt ziwa bibe.

(k)