Malbatan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Malbatên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Malbatan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
15 kanûn, 2023   11:26
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin û ti agahî jê nayê wergirtin. Birayê Rêber  Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Omer Hayrî Konar Alî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî li Îmraliyê tên girtin. Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Mafê hevdîtinê yê Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din, bi “cezayên disîplînê” tê astengkirin. Sedemên van cezayên disîplînê û hejmarên dosyayê tevî hemû serlêdan û îtîrazan jî, bi parêzeran re nayê parvekirin.