Malbatan ji bo dîtina Rêber Ocalan serî li dozgeriyê da

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, malbatên girtiyan û xizmên wan careke din serî li dozgeriyê da.

Malbatan ji bo dîtina Rêber Ocalan serî li dozgeriyê da
24 mijdar, 2023   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgerî girtîgeha Îmraliyê da.

Ji 25'ê Adara 2021'an ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.