Dewleta Îranê ciwanek bi darve kir

Dewleta Îranê Mîlad Zohrevand bi darve kir, ku ji ber tevlî serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' bûbû, hatibû girtin.

Dewleta Îranê ciwanek bi darve kir
24 mijdar, 2023   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Îranê Mîlad Zohrevand ê 21 salî ku 27'ê Cotmeha 2022'an de hate girtin, doh bi rengekî veşartî bi darve kir.

Zohrevand di çalakiyên 'Jin, Jiyan, Azadî' de hatibû girtin û di darizandinê de bi îdîaya ku 'wezîfedarê hikumetê kuştiye' cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.