Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
19 ÇILE, 2024   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN 

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî (parezer) Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina Rêber Abdullah Ocelan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Bi heman armancê Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî serî li serdzgeriye dan.

Têkiliya Rêber Abdullah Ocalan a bi derve r bi temamî hatiye qutkirin. Bersiv ji serlêdanên hevdîtinê re nayê dayin, hin caran piştî bi mehan cezayê dîsîplînê weke hincet ji parêzeran re tê ragihandin.

Li gorî rapora dawî ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku di 17'ê Çileyê de hate eşkerekirin;

Jİ 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve tenê di navbera Gulan-Tebaxa 2019'an de 5 hevdîtinên parêzeran pêk hat, hevdîtina herî dawî jî di 7'ê Tebaxa 2019'an de bû.

Hevdîtina herî dawî ya rû bi rû di 3'ê Tebaxa 2020'î de bi birayê xwe re kir.

Ji  roja destpêkê û vir ve tenê 2 caran (27'ê Nîsana 2020  û 25'ê Adara 2021'ê) bi telefonê axaftin hatiye kirin.

Axaftina bi telefonê ya herî dawî ya 25'ê Adara 2021'ê di demeke kurt de qut bû û ji hingî agahî jê nayê wergirtin.