Çeteyan 2 welatî revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 2 welatî revandin.

Çeteyan 2 welatî revandin
15 mijdar, 2024   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, duh welatiyên bi navên Arif Seîd Şêxo (58) û Reşîd Hesen Horo (43) revandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku her du welatî ji bajarê Cindirêsê ne û ji malên wan hatine revandin.

Çavkaniyên diyar kir ku ku welatiyên hatine revandin bazirganên zeyta zeytûnan in.

(bb)