Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, malbatan serî li dozgeriyê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
18 cotmeh, 2024   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan birayê Rêber Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Her wiha Emîne Konar xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve tecrîdkirî ye. Serlêdanên ji bo hevdîtinê yan bi kêfî têne redkirin, yan bê bersiv têne hiştin, yan jî piştî bi mehan tê ragihandin ku ‘cezayê dîsîplînê’ heye. Sedema cezayê dîsîplînê jî nayê ragihandin.