Malbata Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir 

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên siyasî yên li cem Rêber Apo, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Malbata Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir 
21 adar, 2025   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê didome. Serlêdanên parêzer û malbatan ên her hefteyê tên kirin, bê bersiv tên hiştin. Malbatan îro jî, ji bo hevdîtinê serî li dozgeriya kobarê ya bajarê Bursayê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan. 

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî (wekîl) Mazlûm Dînç, xwişka Omer Hayrî Konar, Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

 Di navbera salên 2021-2024’an de 8 caran li Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din her carê ji bo 3 mehan cezayên disiplînê hatin dayin û hevdîtinên bi malbatan re hatin astengkirin. Herî dawiyê parêzeran di cotmehê (2025) de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dabûn. Dadgeriyê ragihand ku di 16’ê cotmeha 2024’an de “cezayê disiplînê” yê ji bo 3 mehan ê nû li Rêber Abdullah Ocalan hatiye birîn. Têkildarî “cezayê” hatiye dayin tu agahî nehatin parvekirin.

PIŞTÎ 4 SALAN HEVDÎTIN HATE KIRIN 

Malbata Rêber Abdullah Ocalan hevdîtina rû bi rû ya herî dawî di 3’yê adara 2020’an de û hevdîtina li ser telefonê jî di 25’ê adara 2021’ê de kiribû. Piştî 4 salan, biraziyê Rêber Abdullah Ocalan, Omer Ocalan di 23’yê cotmeha 2024’an de hevdîtina rû bi rû çêkir. Di hevdîtinê de Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku tecrîd hîn didome.

(a)

ANHA