Newroza Amedê navnîşana rasteqîn nîşan da
Di Newroza Amedê de nirxandinên Rêber Apo yên derbarê Newrozê de ji dengê wî hatin guhdarkirin. Sedhazaran bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bersiv da. Trêna Aştiyê ku ji Enqereyê derketibû rê jî gihîşt Amedê. Di axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin ku peyama dîrokî ya Rêber Apo çareseriya hemû pirsgirêkan e.
Pîrozbahiya Newroza Amedê ya li Parka Newrozê bi beşdariya sed hezaran kesan pêk hat. Li qada ku ji mirovan cih nema bû, dengê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” olan da. Bi pêxistina agirê Newrozê re li qadê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, yek ji damezirînerên PKK’ê û sembola Newrozê Mazlum Doğan, fermandarê Efsanewî yê PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd), fermandarê berxwedana dîrokî ya Surê Çiyager hatin hildan.
Pîrozbahiya ku ji welat û derveyî welat bi sedan mêvan tevlî bûn, ji aliyê nêzî 700 rojnamevanan ve hat şopandin.
Di pîrozbahiyê de komên muzîk û govendê bi stran û govendên xwe reng da qadê.
Hêzên dewletê bi hezaran polîs erkdar kirine, li qadê helikopter firandin. Her wiha balafirên şer pir nêz ser qadê firiyan.
DENGÊ RÊBER APO HAT GUHDARKIRIN
Yek ji kêliyên ku coşa qadê derxist lutkeyê jî, guhdarkirina nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan a ji dengê wî bû. Dema nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê ji dengê wî hatin guhdarîkirin, li ser ekrana mezin a dike, wêneyê mezin ê Abdullah Ocalan hat nîşandan. Di vê navberê de li qadê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bilind bû.
TRÊNA AŞTIYÊ HAT BAJAR
Li aliyê komeke ku ji şandeya Hewldana Civakî ya Ji bo Aştiyê û Akademîsyenên Aştiyê pêk tê, ji bo tevlibûna Newroza Amedê, duh ji Enqereyê bi trênê derketibû. Trêna ku navê “Trena Aştiyê” lê hat kirin, piştî rêwîtiya 24 saetan gihişt Amedê. Şande, piştre jî, derbasî qada Newrozê bû.
TEKANE NAVNÎŞAN RÊBER ABDULLAH OCALAN
Di axaftinên hatin kirin de xala hevpar a ku bal hat kişandin peyam û banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan bû. Axaftvanan destnîşan kirin ku çareseriya hemû pirsgirêkan rêya ku Rêber Abdullah Ocalan nîşan daye ye û xwestin kul i hemberî vê bangê gav werin avêtin.
Pîrozbahî bi muzîk û govendê dom kir.
(a)
ANHA