Mala Êzîdiyan 6'emîn konferansa xwe bi dawî kir

6'emîn konferansa Mala Êzîdiyan a kantona Cizîrê bi hilbijartina hevseroketiyeke nû bi dawî bû.

Mala Êzîdiyan 6'emîn konferansa xwe bi dawî kir
9 sibat, 2024   17:40
HESEKÊ

Îro 6'emîn konferansa Mala Êzîdiyan a Kantona Cizîrê li Xwaringeha Marbella ya bajarê Hesekê bi dirûşma "Xwegirtin û mana li ser axê û vegera koçberan armanca me ya sereke ye" û bi beşdariya 300 nûneran hat lidarxistin.

Di konferansê de Nalîn Reşo û Îsmaîl Delif wek hevserokên nû yên Mala Êzîdiyan a kantona Cizîrê û Cîhan Xorî û Celal Xidir Hecî wek cîgirên wan hatin hilbijartin.

Di dawiya konferansê de daxuyaniyek ji aliyê rêveberê Meclisa Rêveberiyê ya Mala Êzîdiyan Farûq Tozo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hin pêşniyarî û armanc wek plansaziya Mala Êzîdiyan hatin diyarkirin û wiha ne:

Vekirina perwerdeyan ji bo ciwanan û zarokan û dayîna semîneran li şaxên Mala Êzîdiyan.

Damezirandina komeke hunerî li şaxê Hesekê û girîngîdayîna şaxên heyî û pêşxistina wan.

Pêkanîna peymanên zeviyên çandiniyê yên Êzîdiyên koçber li Mala Êzîdiyan a kantona Cizîrê li gor rêziknameyê.

Qedexekirina firotina mal û zeviyên li gundên Êzîdî ji bo kesên ne Êzîdî da ku guhertina demografîk çênebe.

Koordînekirina bi hemû mal û yekitiyên Êzîdiyan ên girêdayî Yekitiya Êzîdiyên Sûriyeyê û rêgirtina li ber derketina nakokiyên kesayetî û herêmî.

(mh)

ANHA